Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin

  • jin
  • 09:15 12 Îlon 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyanê diyar kir ku tevgera "Jin, jiyan, azadî"yê hebûna jinan û wateya jiyanê ji nû ve daniye meydanê û got: "Vê şoreşê guhertinên mezin ê zihnî çêkirin. Guhertinên mezin di civakê de çêkirin û mesafeya di navbera gel û dewletê de qut kir û êdî xeta gel diyar kir." 

 
Sê sal di ser mirina Jîna Emînî re derbas bûn ku ji aliyê Polîsên Îrşad ve li Tehrana paytexta Îranê hat binçavkirin û piştî binçavkirinê bi 3 rojan, di 16'ê Îlona 2022'yan de jiyana xwe ji dest da. Jîna Emînî ku ji Seqiza Rojhilatê wekî ji bo serdana malbatê hatibû Tehranê, li nexweşxaneya ku ji ber îşkenceya lê hatibû kirin sewqî wê hatibû kirin, mir. Piştî ku mirina Jîna Amînî ji aliyê du rojnamevanên jin ên îranî; Nîlûfer Hemedî û Elahe Mihemedî ve hat ragihandin, nerazîbûna raya giştî rû da. Xwepêşandanên ku di 17'ê Îlonê de li Rojhilatê dest pê kirin, di nav du rojan de li 31 parêzgeh û zêdetirî 100 bajaran, li seranserê Îranê belav bûn. Jinan guh neda qedexeyan û şarên xwe derxistin û pêşengiya xwepêşandanan kirin. Di xwepêşandanên çar mehan ên bênavber de, bi hezaran kes hatin girtin, bi sedan kes hatin kuştin û çar beşdar jî hatin darvekirin.
 
Dirûşma sereke ya çalakiyên li dijî rejîma Îranê û polîtîkayên wê "Jin, Jiyan, Azadî" bû. Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ku ji aliyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve li ser bingehên demokrasî, azadiya jinan û bingeha ekolojîk hati damezrandin û bingeha têkoşîna azadiya kurd pêk tîne, bi berxwedana ku gefê li hilweşandina rejîma Îranê dixwar, gerdûnî bû. Ev dirûşme ku ji Rojavayê heta Îranê û ji wir heta Ewropa û Amerîkayê deng veda, li çaraliyê cîhanê bû sembola têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û mafan. "Jin, Jiyan, Azadî" ku bi her zimanî ji hêla jinên ku li dijî desthilatdariya mêr şer dikin ve tê berzkirin, ji dirûşimeyekê wêdetir bûye; ew bûye manîfestoyek e ji bo jinan ku dengê xwe bilind bikin û daxwaza azadiyê bikin.
 
Bi boneya salvegera çalakiyên "Jin, jiyan, azadî" ku bi kuştina Jîna Emînî dest pê kirin û li çaraliyê cîhanê belav bûn, Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
   
 
QONAXA TÊKOŞÎNEKE NÛ
 
Peyman Viyanê diyar kir ku çalakiyên "Jin, jiyan, azadî" bi pêşengiya jinan civakî bûne û got: "Şoreşê bi xwe re ruheke berxwedanê û ruheke têkoşînê pêş xist. Ev felsefe û ev dirûşme ne tenê li Kurdistanê li her derê bû dirûşmeyeke cîhanî. Lê vê dirûşmeyê li Kurdistanê deng veda. Li Rojhilatê Kurdistanê de bi dirûşmeyeke manîfestoya xwe ya têkoşînê diyar kir, felsefeyê xwe yê têkoşînê diyar kir. Ev rihê têkoşîn û berxwedanê bi tevahî di nava civakê de pêş xist. Bi qetilkirina Jîna Emînî re çîrûskê şoreşê li Rojhilartê Kurdistanê geş bû û vê çirûskê bi giştî gelê Îranê şiyar kir û ev çîrûsk li Îranê bû lêgerîneke nû û ev çîrûske bû merheleyeke nû yê têkoşînê. Kurdistanê malovaniya vê kir û Kurdistan bû çavkaniya vê û bi vê re jî jin bû pêşeng. Ango di şexsê jinan de ev şoreş teqiya."
 
CIVAKA DEMOKRATÎK 
 
Peyman Viyanê diyar kir ku PJAK beşeke girîng a têkoşînê ye ku nêzîkî 50 salan e li Kurdistanê tê meşandin û got: "Di vir de rola PJAK'ê çi bû? Di felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' de rola PJAK'ê çi bû? PJAK wekî tevgereke azadiyê û tevgereke Apoyî ku ev dirûşme bi xwe 50'î sal in bêtir heye û li Kurdistanê têkoşîn li ser vê mezin bû. PJAK jî li Îranê li ser vê felsefeyê hat damizirandin. Li ser paradîgmaya neteweya demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê li Rojhilatê Kurdistan têkoşîna xwe mezin kir. Lê di esasê xwe de PJAK li ser xeta azadiya jinê hat damizirandin. Ango azadiya jinê kir bingeha têkoşîna xwe, azadiya jinê kir bingeha civakeke demokratîk û azad. Ji bo wê li dijî rejîmeke desthilatdar, rejîmeke zayendperest, li dijî rejîmeke mêrdewlet ku her aliyê ve li dijî jin û komelgeyê ye. PJAK li ser manîfestoya jinê li hemberî rejîmeke wiha desthilatdar têkoşîna xwe di warê civakî, di warê siyasî û bîrdozî de da meşandin. Ji bo wê em dikarin bibêjin ku PJAK li ser vê dirûşmeyê hat avakirin. Li ser vê dirûşmeyê mezin bû û li ser vê dirûşmeyê jî bi dehan şehîdên qehreman canê xwe feda kirin. Yek ji van şehîdan jî Şirîn Elemolî ku 2010'an de bi 4 hevalên xwe re hate darvekirin yek ji kesên ku li ser diwarên zindanan ev dirûşme nivîsandin heval Şirîn Elemonî bû ku PJAK li ser xeta Şirîn û 4 rêhevalên wê xwe mezin kir."
 
Peyman Viyanê wiha domand: "Ev dirûşme di destpêkê de bi vî awayî li zindanên Îranê bû hêz û çavkaniya têkoşînê. Ji bo wê em dikarin bibêjin di nava şoreşê de jî roleke esasî û fikir û felsefeya ku PJAK'ê li têkoşîn dike di nav şoreşê de diyar bû. Ango ew 21 sal in ew têkoşîna ku PJAK'ê li Îranê dide meşandin bi teqandina şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' bi pratîkî ber belavî hemû deverên Îranê û cîhanê bû. Ev dirûşme bi devê yek kesî hat avêtin û pê re weke pelekî berbelav bû. Ev encama tekoşîna bi salan bû." 
 
 
MANÎFESTOYA RIZGARIYA JINAN
 
Peyman Viyanê anî ziman ku berxwedana ku di şexsê jinan de derket holê, li seranserê cîhanê veguheriye manîfestoyeke rizgariyê û got: "Ev dirûşme bi giştî li cîhanê bû manîfestoya rizgariya jinan. Di şexsê jinan de hemû beşên civakê rizgariya xwe di vê dirûşmeyê de dîtin. Ji ber ku dirûşmeyeke ku hemû sînorên netewperestî, hemû sînorên olperestî, hemû sînorên zayendperestî avakiribûn hilweşandin bi rastî jî. Ji bo wê ev bû manîfestoya rizgariya jinan. Di şexsê jinan de bû manîfestoya bi giştî rizgariya civakê. Ji ber ku heke civakek xwe ji hişmendiya serdest, hişmendiya desthilatdar, hişmendiya mêrsalar rizgar neke nikare xwe azad bike. Pêwîst e ku destpêkê lêgerînên wê hebin ku karibe xwe ji vê hişmendiyê xelas bike û bi wê îddiayê jiyaneke azad pêş bixe. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îddiaya azadî di herkesekî de pêş xist, di herkesî de lêgerînek pêş xist. Ji bo wê di asta cîhanî de ev ji bo hemû jinan bû rizgarî. Dirûşmeyeke Jin Jiyan Azadî li hemberî rejîmeke desthilat ku lingê xwe yê esasî li ser esasê zayendperestî,olperestî û netewperestî damezirandiye." 
 
Peyman Viyanê axaftina xwe wiha domand: "'Jin Jiyan Azadî' wekî alternatîfek ji bo rizgariyê ji hemû civakê re derkete holê. Ji ber wê herkesî hebûna xwe di nava Jin Jiyan Azadî de dît. Di asta cîhanî de pir şebekeyên xwe hevgirtî hatin çêkirin, platformên hevbeş hatin çêkirin, xebatên hevbeş di asta navnetewî de hatin avakirin. Hebûna me weke jinên kurd, weke tevgera PJAK, KJAR di asta navnetewî de baştir hate naskirin. Û herkes ew fikir û felsefeya ku bi salane em li ser têkoşîn didin meşandin di astê pratîkî de pir berbiçav dît ku ev fikir û felsefe ji ku hatiye, kî ne ku pêşengiya vê fikir û felsefeyê dikin. Ji bo wê jî ji bo me girînge. Ji ber wê jî di asta navnrtewî de li nav van platformên hevbeş, di nav van tevgerên hevbeş ku li ser dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hatin gel hevdû hebûna me di nav van tevgeran de diyarkere û wê hîna jî diyarker be. Ji ber wê têkiliyên me bi tevgerên ekolojîst, tevgerê antîkapîtalîst,antîfaşîst,antîemperyalîst ku tevgerên azadîxwaz hene ku di asta cîhanî de, dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi xwe weke manîfestoyeke jiyaneke azad dîtin. Ji ber wê em jî di astê navnetewî de weke PJAK xwe berpirsyar dibînin. Çimkî em xwe xwediyê felsefeya Jin Jiyan Azadî dibînin, em xwe xwediyê vê têkoşînê dibînin. Ji bo ku ev têkoşîne di asta cihanî de berbelav bibe em xwe berpirsyar dibînin ku di astê cîhanî de, di platformên navnetewî de jî roleke me yê esas û roleke me yê girîng hebe."
 
SERDEMA ŞOREŞEKE NÛ
 
Peyman Viyanê bal kişand ser hêlên navneteweyî yên PJAK'ê yên di vê berxwedanê de û wiha pê de çû: "Ev dirûşme, cîhaneke bi ronî, cîhaneke azad ku li hemberî hişmendiyeke ku hemû jiyanê dagir dike ye di rastiyê de. Di cîhanê de, di sedsalên dawiyê de wekî tevgerên jinan û tevgerên femînist ku pêşketin, tevgerên jinan yê azadîxwaz ku di asta cîhanî de li dijî hişmendiya mêrdewletî serî rakirin bêgûman girîngin. Dîrokeke têkoşînê ye, dîrokeke berxwedanê ye. Di sedsalên dawî de tevgerên herî radîkal ku têkoşîn dane meşandin tevgerên jin bûn. Lê tevgerên ku bikaribin di her warî de hebûna jinan hembêz bike û têkoşîna jinan bike civakî û bike malê civakê lawaziyên pir cidî jî derketin. Bo wê em dikarîn bibêjin 'Jin Jiyan Azadî' li ser berhem û têkoşînê jinan ê salan bi manîfestoyeke hîn bi hêztir, felsefeyeke hîn bihêztir ku di şexsê jinan de hemû civakê hembêz dike li ser vê berhemê êdî di asta herî jor de manîfestoyek pêşkeş kir. Bo wê bi salane weke tevgera jin a Rojhilatê Kurdistan weke KJAR, heman wextî weke PJAK ku partiya jinan pêwendiyên me di astê cîhanê de çi bi tevgerên femînist û çi bi kesên azadîxwaz re hebûn. Lê bi teqandina şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' de ew pêwendiye hem berfireh bûn, hem zêde bûn û hem jî pir kes li çavkaniya 'Jin Jiyan Azadî' digeriyan û ev çavkanî li Kurdistanê de bi pêşengiya tevgera Apoyî de diyar dibe. Ji ber wê em jî weke tevgera azadiyê ji tevahiya cîhanê re bûn îlham. Ji ber wê em dikarin bibêjin pêywendiyên me di asta cîhanî de bi tevgerên femînîst, hem tevgerên azadîxwaz ê jinan, ekolojîst ê civakî hene. Em vê girîng dibînin."
 
Peyman Viyanê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: Em bi vê bawerin bi hevgirtina gelan, bi hevgirtina jinan cîhan rizgar b"ibe. Em li ser vî esasî têkoşîna xwe mezin dikin. Vê têkoşînê di asta cîhanî de îlhameke mezin da jinan. Di dîrokên cîhanê de her dîrokê dirûşmeyeke xwe hebûye, her şoreşeke dirûşmeyê xwe hebû ye. Li ser esasekî şoreş kirine. Lê dirûşmeyeke pir bi wate, dirûşmeyeke ku di nava xwe de manîfestoyekî dihewîne weke 'Jin Jiyan Azadî' pêş neketiye. Ji bo wê ferq û cudahiya 'Jin Jiyan Azadî' ev e." 
 
Peyman Viyanê bal kişand ser kuştina jinan û feraseta civakê ya der barê jinan de û wiha pê de çû: "Komkujiya ku di şexsê jinan de li ser civakê tê meşandin, hebûna jinê bê wate dikin, nirxê jinê tune dikin. Ji bo wê 'Jin Jiyan Azadî' hebûna jinê jinûve dide îfadekirin. Wateya jinê çi ye, ilmê jinê çi ye? Hebûneke jinê dide îfadekirin. Nirxê jiyanê çi ye, hebûna jiyanê çi ye, îfadeyê jiyan çi ye? Vê îfade dike. Bi guftumaneke giştî armanceke esasî yê hemû gelan bi her sê peyvan wekî dirûşmeyeke ku hebûna her kesî îfade dike pêşkeşî hemû cîhanê kir. Ji bo wê îlhamê wê li Rojhilat li bajarê Seqiz derket ku Îran hemû bi xwe re hembêz kir û cîhanek ronî kir. Ji bona wê bo îlhameke têkoşînê. Cangoriyên ku derketin qadê bûn hêzeke têkoşînê bi giştî ji bo gelê cîhanê. Bo wê ronesanseke Rojhilatanavîn û di astê cîhanê de bû şoreşa Jin Jiyan Azadî. Şoreş lingê xwe yê esasî li Rojhilatanavîn de danî. Em jî weke tevgera azadiyê niha bone hêzeke êdî felsefeyê têkoşînê. Em xwe di têgeha Jin Jiyan Azadî de berpirsyar dibînin. Ev şoreş şoreşeke civakî ye, siyasî ye, şoreşeke zihnî ye. Ji ber wê em dibêjin vê şoreşê guhertinên mezin ê zihnî çêkirin. Guhertinên mezin di civakê de çêkirin û mesafeya di navbera gel û dewletê de qut kir û êdî xeta gel diyar kir. Ev jî bi pêşengtiya jin, pêşengiya ciwanan pêş ket. Weke PJAK di xeta siyasî de îradeya jin esase. Êdî jin pêşengtiya xeta siyasî dike û vê îradeya xwe diparêze. Dema ku jin bû îradeyeke sîyasî êdî di nava civakê de dibe xwedî biryar. Em destpêkê vê di nava xwe de pêk tînin. 21 sal in em li ser vê fikir û felsefeyê tekoşînê didin meşandin."
 
MEKANÎZMAYA BIRYARDAYÎNÊ
 
Peyman Viyanê bal kişand ser di mekanîzmaya biryardayînê de cihê jinê û wiha domand: "Di pergala hevserokatiyê de pergala ku ji bo esasgirtina îradeya jinê têdikoşe heye. Yek ji vê pergala hevserokatiyê ye. Ev pêşî li mêrê desthilatdar digire. Pêşiyê li biryarên tekesasî digire. Jin di hemû biryarên siyasî û civakî de xwedî role. Bo wê civakeke demokratîk, civakeke sîyasî dikare li ser biryarê ku jin digire dikare pêş bikeve. Heke ku îro em daxwaza civakeke demokratîk bikin û di nava xwe de pêk neyînin em ê nekarîbin îdiayê avakirina civakeke demokratîk bikin. Ji ber wê weke tevgera azadiyê divê em di wê pergala ku jin tê de xwedî biryare, pêşenge, di biryarên şer, biryarên aşitî, biryarên têkoşînê, biryarên parastinê de jin êdî xwedî biryare û pêşenge. Ji bo ku ev felsefeye bibe malê her jinekî û her ferdeke civakê em têdikoşin.Jin ji bo ku berdewam hebûna xwe di vê şoreşê de biparêzin  pêwîste têkoşîn bikin. Jin bi têkoşînê dikare stratejiyên xwe diyar bike û hebûnê xwe bide diyarkirin. Civaka me jî êdî qebûl kiriye ku heta jin azad nebe civak nikare azad bibe. Jinan ev deskeftî bi dest xist û diyar kir."
 
Peyman Viyanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin dema ku bixwaze dikare her kesî derxîne meydanê. Yanî dema ku jinan li ser azadiyê israr kir, dikare civakê hemû bi xwe re derxîne kolanê. Em li ser vî esasî têkoşîna xwe mezintir bikin. Vê şoreşê hebûna jina bihêz da diyarkirin. Em bawer dikin ku êdî civak bi vê şoreşa heybet bi berdewam di nava guhertinên mezin de be. Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî ber bi guhertinên mezin ve diçe. Heke ku îro li her deverên Îranê gel di serhildanê de be û bi bertek be û di berxwedaniyê de be ev êdî bi berxwedana 'Jin Jiyan Azadî' mezin dibe û zindî bû. Di demên pêşiya me de dê şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' dîsa bi heybeta xwe zindî bibe û dê bi vê re jin pêşengtiyê bikin. Em jî li ser wê îddiayê de ne ku dê azadiya jin di erdnîgariya Îranê de pêk were û dê azadiya jin re azadiya civaka demokratîk li Îranê pêk were. Dê bi Îraneke azad re, neteweke demokratîk re  Rojhilatanavîn ji vê hişmendiya desthilatdar re xelas bibe. Ev dê bibe şoreşeke sedsal ya yekemîn ji bo cîhanê. Destpêkeke nû, şoreşeke nû, manîfestoyeke nû dê bibe ji bo sedsala 21 yekemîn di asta cîhanî de." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin bêrêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê