Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Şirnexê ya li dijî talankirina xwezayê tê lidarxistin de axivî û got: “Divê ji ewil hûn bi dar û ava me re aştiyê bikin."

 
Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê didome, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, li dijî talankirina xwezayê dimeşin” dê li Bestayê çalakiya nobetê were destpêkirin. Beriya nobetê, meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Girseya ku li Qada Cumhuriyetê kom bû, heta Qada Omer Kabak meşiya.  Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, Berdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt û Êlihê û gelek welatî tev li bûn. 
 
Di meşê de pankartên “Nobedarê dara gûzê ne, em li virin”, “Hebûna xwezaye xwebûna me ye”, “Li dijî şer aştî, li dijî talanê jiyana ekolojîk”, “Talan û rant jiyana me qir dike em ê jiyane biparezin” û “Ar girtiye qurm û li dorê dileyize çi kiribû çi bû gunehê dara berû?” û dovîzên “Keska Kurdistanê rengê aştiyê ye”, “Gabar Cûdî û Besta rûmeta me ne”, “Ji Hesendînê heta zozana Skertê em rê nadin madenan” û “Ji bo xwezaya azad deng bide aştiyê” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Girseya ku li meydanê kom bû, li ber stranên Kurdî govend gerand. Beriya daxuyaniyê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi xwendina helbesta Goran Haco “Ez li vir im” dest pê kir. 
 
‘TAVILÊ DEV JI ŞER BERDIN’  
 
Piştre jî ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol metna hevpar xwend. Derya Akyolê got: “Îro em ji bo qirkirina xweyê li Botanê hatine cem hev. Salên 90’î bi valakirina gundan û êrişên li ser bajaran êrişî gelê le kirin. Îro jî li gel pêkanînên salên 90’î, talanê li ser xwezaya me pêk tînin. Ji çar aliyan ve êrişî xwezaya Şirnexê dikin û ev êriş tenê ne bi xwezayê ve girêdayî ye, heman demê de êrişî jiyan û çanda Şirnexê dikin. Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li hemberî van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî, ‘Kesên bi xwezayê re aştiyê pêk neyînin nikarin bi mirovan re jî aştiyê pêk bînin.’ 
 
AŞTIYÊ LI CÛDÎ BIDIN DESTPÊKIRIN  
 
Di berdewamê de Derya Akyolê destnîşan kir ku ji bo behsa aştiyeke heqîqî were kirin, divê talana li dijî çiya, daristan, rûbar û gundên Botanê were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Banga me ji bo hemû aktorên siyasî ye; Aştiyê li Cûdî, li Gabar, li Bestayê bidin destpêkirin. Êdî xwezayê weke çavkaniyeke bêsînor nebînin û wisa nêzî aştiyê bibin. Destûrê bidin ku Dîcle azad biherike û wisa dest bi aştiyê bikin. Em, weke parastvanên jiyanê, em ê her tim bibin dengê çiya, daristan, av û hemû zindiyan. Ji ber ku em dizanin; parastina xwezayê, parastina jiyanê ye.” 
 
‘SIYASET DAGIRKERIYÊ DIMEŞÎNIN’  
 
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got; “Ez berxwedana we bi hezaran caran silav dikim. Sedem û armanca vê berxwedana me heye, ev bi salan e em li hember êrişên li ser xwezaya xwe li ber xwe didin. Em dizanin dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê dewlet çawa nêzîk dibe. Dema agir bi daristanên me dikeve yek firokeya agir kuj tuneye. Lê dema ji bo şer be bi sedan firoke li Kurdistanê tevdigerin. Siyaseteke dagirkerî li ser Botanê dimeşînin. Ev siyaseta talanê ye. Bi awayekî dijminî nêzîkî xwezaya me dibin. Êrişa li hemberî xwezayê êrişa li hemberî ziman û çanda me ye. Pêvajoyek aştiyê berdewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê ji ewil bi xwezaya me, bi çemên me, bi çiya û daristanên me re aştiyê bikin.”
 
‘HER DAREK, HER DILOPEK AVÊ Û HER KULMEK A AXÊ RÛMETA ME YE’
 
Bi domdarî Bayindir bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin li dijî talankirina xwezayê hestiyariyekê ava bikin. Her darek rûmeta me ye, her dilopeke avê avê û her kulmek a axê rûmeta me ye. Em şirîkên vê talanê hişyar dikin, em parlementer û saziyên dewletê hişyar dikin. Em îro bi hezaran li vir in. Ger hûn dev ji van polîtîkayan bernedin em ê bi deheazaran, bi sedhezaran werin ber deriyê saziyên we. Polîtîkaya talanê û polîtîkaya li ser gelê Kurd ji hev ne cuda ye û em vê yekê wiha dibînin. Heya ku çalakiyên me encam nedin û dewlet dev ji vê talanê berdene em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”
 
‘BI DIJMINANE NÊZÎ XAKA KURDISTANÊ DIBIN’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku dema mijar dibe şewata daristanan îktîdar dibêje “helîkopter tune ne” lê dema mijar dibe şer bi sedan helîkopter tên bikaranîn. Tulay Hatîmogûllariyê bi lêv kir ku ew ji bo dar û axa Şirnexê hatine herêmê û wiha got: “Îro çar aliyê Tirkiyeyê bûye guriya agir û her der dişewite. Îktîdar, li şûna ji bo agirkujiyê balafir û helîkopteran bikire, ji bo zarokên xwe dikire. Desthilatdar ji roja hatî ser kar heya îro rûxsetan didin alîgirên xwe û her roj rûxsetan belav dikin. Erdnîgariya Kurdistanê ji salên 90’î heya îro rastî nêzîkatiyek dijminane hatiye.”
 
‘EM Ê MÎNA NÛH LI DIJÎ TALANÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku li her dera Kurdistanê qereqol û kalekol hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Ji ewil bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar birîn û piştre jî leşker û cerdevanan ji bo rantê dar birîn. Îro weke tofana Nûh êrişî her qadên jiyana me dikin. Çawa ku Nûh li hemberî tofanê li ber xwe da û bi ser ket, em jî dê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo her devera Şirnex, Kurdistanê û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û serbikevin.”
 
 
 

Sernavên din

16/09/2025
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin