Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e

  • rojane
  • 09:41 28 Tebax 2025
  • |
STENBOL - Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike." 
 
"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hat avakirin û xebatên xwe didomîne, di 20'ê Tebaxê de guh da Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê. Serokê Komîsyonê Nûman Kurtulmuş bi hinceta rêziknameya navxweyî ya Meclisê, axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî asteng kir. Ji dayikên ku beşdarî civîna komîsyonê bûn, Dayika Aştiyê Sûltan Bozkurtê (80) bû ku bi navê" Tirkiye" yê di nasnameya wê de bûbû rojev. 
 
Sûltan Bozkurt, di sala 1994'an de ji ber zilm û zora dewletê ji gundê Xurs ê navçeya Qoser ya Mêrdînê bi zorê hat koçberkirin. Ew pêşî koçî Îzmîrê bû û dû re jî çû Stenbolê ku 30 sal in li wir dijî û heta 18 saliya wê jî nasnameya wê tunebû. Piştî zewacê nasnameyek wergirt û niha dayika sê zarokan e. Sûltan Bozkurt, jiyana xwe wekî "nîşaneya bi awayekî sîstematîk mexdûriyeta jinên Kurd li Tirkiyeyê" bi nav kir û got: "Jiyana min a koçber piştî zewacê bi dawî nebû. Rabûna li dijî polîtîkayên dewletê yên zilm, tundûtûjî, asîmîlasyon û komkujiyê, bû beşek ji jiyana min. Tevî her tiştî, min bi parastina jiyan, aştî û berxwedana li dijî zilmê têkoşîna xwe domand."
 
TÊKOŞÎNEKE AŞTIYÊ YA 28 SALAN
 
Sûltan Bozkurt ku di sala 1994'an de di Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de dest bi xebata xwe ya siyasî kir, ev xebat di Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) de domand û niha jî di Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya nû damezrandî de berdewam dike, got: "Ez 28 sal in ji bo aştiyê têdikoşim."
 
Sûltan Bozkurt a keça wê Newroz Bozkurt ji 24'ê Çileya 1999'an vir ve girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku wekî dayikek ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pir bi qîmet dibîne. Sûltan Bozkurtê got: "Wekî dayikeke aştiyê, em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Fikra me, avakirina aştî û jiyaneke birûmet e."
 
Sûltan Bozkurtê bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê hefteya borî beşdarî civîna "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" bûne û wiha pê de çû: “Li ser navê Dayikên Aştiyê, Nezahat Teke û Rebîa Kiran hatin vexwendin. Vê vexwendinê em pir kêfxweş kir. Em bi hêviyeke mezin derketin rê. Di rê de, ez li ser qonaxa têkoşîneke 50 salî, êşên ku hatine kişandin, gundên me yên şewitî û wêrankirî, mirovên me yên winda û têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê, ku bi salan e dîl hatiye girtin, fikirîm. Min meraq kir ku ez çawa dikarim têkoşîneke sedsalî di nav 10 deqeyên ku ji me re hatine dayîn de bi cih bikim. Her çend dilê me ji êşê tijî bû jî, em çûn bi wê baweriya bi aştiyê. Ji kêliya ku em gihîştin meclisê, me atmosfera aştiyê hîs kir. Em berê jî çûbûn meclisê, lê ev cara yekem bû ku em beşdarî komîsyonek ji bo aştiyê ya li meclisê hat damezrandin dibûn. Vê yekê hişt ku em kêfxweşiya beşdarbûna vê pêvajoya dîrokî hîs bikin."
 
'EM HÊVÎŞIKESTÎ VEGERIYAN'
 
Sûltan Bozkurtê, anî ziman ku bi hêviyeke mezin çêbûn civîna komîsyonê û hestên xwe yên di dema astengkirina axaftina wê ya bi zimanê dayikê wiha vegot: “Em bi hêviyeke mezin çûn Meclisê, lê hêviyên me pûç bûn. Ji ber ku dema em wekî Dayikên Aştiyê çûn meclisê, me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî, îfade bikin. Hatibû gotin ku wergêrek dê were peydakirin, lê wergêr nehat peydakirin. Em bi xizmên windayan re anîn komîsyonê. Pêşî, xizmên windayan hatin guhdarîkirin. Piştre, eê axivîn. Me diyar kir ku em ê xwe bi zimanê xwe, Kurdî, çêtir îfade bikin. Lêbelê, Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, got, 'Hûn dikarin biaxivin, lê ew ê neyê tomarkirin.' Her çend ev yek hêviyên me pûç kir jî, em neçar man ku daxwazên xwe bi zimanê Tirkî bibêjin. Anku, li meclisê ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş dihat kirin, nehiştin ku em xwe bi zimanê xwe îfade bikin û neçar man ku em bi tirkî biaxivin. Me dikarîbû vê yekê protesto bikira, lê me nekir, ji ber ku em naxwazin zirar bigihê pêvajoyê. Astengkirina daxwaza me ya axaftina bi Kurdî bi tevahî li dijî eslê pêvajoyê û felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Ev yek di heman demê de mafên mirovan binpê dike. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e."
 
Sûltan Bozkurtê bal kişand ser hewldanên berdewam ên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkê û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan her tim bi dilsozî û rastgoyiyeke mezin pêvajoyê dest pê dike. Lê aliyê din wisa nabîne. Piştî ku Koma Aştiyê ya yekem gihîşt Tirkiyeyê, ew hatin girtin û zindanîkirin. Her yek ji wan cezayên giran wergirtin û hin ji wan hîn jî di girtîgehê de ne. Piştre, ew kesên ku ji Xabûrê hatin hefteyek şûnde hatin girtin. Wan danûstandinên li Dolmabahçeyê jî betal kirin. Wê demê, zext li ser Komîsyona Mirovên Aqilmend hebû. Ji ber pratîkên berê yên dewletê, gel baweriya xwe bi dewletê nayne. Ji ber vê yekê, girîng e ku ev pêvajo, ku ji hêla birêz Ocalan ve cara çaremîn hatiye destpêkirin, neyê berbatkirin. Ger ew bi ser nekeve, bidestxistina aştiyê dê pir dijwar be. Ev ji bo dewletê derfetek e û divê ew wê binirxîne û tevdîrên pêwîst bigire." 
 
'DIVÊ DEST JI ZIMANÊ HEQARETÊ BÊ BERDAN'
 
Sûltan Bozkurtê destnîşan kir ku zimanê şer li dijî ruhê pêvajoyê ye û divê were terikandin. Sûltan Bozkurtê ku got "Em Kurd dikarin li vî welatî her tişt bin, lê dîsa jî em nikarin bibin Kurd", wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ol, ziman û nijada mirovan wekî avantaj an dezavantaj neyê hesibandin. Ger her kes li cîhanê karibe xwe bi ziman û nasnameya xwe îfade bike, divê ev maf ji bo gelê Kurd jî hebe. Her ziman pîroz e, lê ger zimanê min di nav wan de be, ew pîroz e. Ger em rêzê li hemû zimanan bigirin, em hêvî dikin ku rêz li zimanê me jî were girtin."
 
Sûltan Bozkurtê diyar kir ku xebatên komîsyonê hêdî hêdî pêşve diçin, gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê axaftina Abdullah Ocalan li meclisê de bi bîr xist û wiha axivî: “Pêvajo deh meh in li wir asê maye. Ger birêz Ocalan wê pêvajoyê bi pêş ve bibe, divê ew were meclisê û biaxive, wekî Bahçelî got. Çima nayê? Lê tevdîrên pêwîst nayên girtin. Kurdan her tişta ku divê bikirana kirin, tevî şewitandina çekên xwe û ew hîn jî dikin. Divê dewlet niha gav biavêje. Wekî gava yekem, divê înfaza girtiyên nexweş ên siyasî yên li zindanan were betalkirin û ew werin berdan. Divê ev yek bi destûra bingehîn were garantîkirin."
 
'DIVÊ BIRÊ​Z OCALAN LI KOMÎSYONÊ BÊ GUHDARÎKIRIN'
 
Sûltan Bozkurtê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û wiha domand: "Divê birêz Ocalan li komîsyonê were guhdarîkirin. Xwediyê sereke yê dozê birêz Ocalan e û divê aştî û muzakere bi wî re were kirin."
 
Sûltan Bozkurtê diyar kir ku şertê avakirina atmosferek demokratîk li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Abdullah Ocalan e. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan