ENQERE - Endama Komîsyona Meclisê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê got: "Ez difikirim ku mijara çûna komîsyonê ji bo Îmraliyê û guhdarîkirinê, dê di hefteyên pêş de çêbibe."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo hêsankirina çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê hiqûq û qanûnê ku li meclisê hat avakirin, guhdarkirina derdorên cihêreng ên civakî didomîne. Endama komîsyonê û Parlamentera Erziromê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş,li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û rol û mîsyona komîsyonê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rê li ber veguherîna dîrokî vekiriye û got: "Gavên ji bo aştiyê hatine avêtin û pêvajo şikil girtiye. Ji ber vê yekê, birêz Ocalan hem mîmarê pêvajoyê ye û hem jî muxatabê wê yê sereke ye. Girtîbûna ji aliyan yekî, li dijî xwezaya pêvajoyê ye. Gelo mimkun e ku mirov bibêje ku kesek di girtîgehê de ku derfetên ragihandin û agahdariyê pir kêm in, bi dewlet û hêza serdest re ku xwedî hêzên bêsînor e, di heman astê de ye? Ji ber vê yekê, misogerkirina tenduristî, ewlehî û azadiya Abdullah Ocalan pêdiviyeke bingehîn e."
'BERPIRSIYARIYA KOMÎSYONÊ GUHDARÎKIRINA OCALAN E'
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku guhdarîkirina Abdullah Ocalan berpirsiyariya komîsyonê ye û got: "Komîsyona ji 51 kesan pêk tê ku ji partîyên sîyasî yên ku di Meclisê de tên temsîlkirin pêk tê, dikare bi guhdarîkirina muxatabê sereke di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de, wekî nîşaneke îradeya gel, nexşerêya rê diyar bike, naveroka xebata xwe biafirîne û bendewariyên der barê pêvajoyê de bi cîh bîne."
Meral Daniş Beştaşê hêviya xwe anî ziman ku komîsyon dê guh li Abdullah Ocalan bike û got: "Ez wiha difikirim ku komîsyon dê di hefteyên pêş de biçe Îmraliyê û Ocalan guhdar bike. Ev di pêvajoyê de tiştekî xwezayî ye. Fesixkirina PKK'ê, danîna çekan û qonaxên pêvajoya aştiyê bi daxuyaniyên wî ve hatine dirûvgirtin. Kesê ku dewlet jî pê re diaxive birêz Ocalan e. Ger îro guh bidin qurbaniyên pevçûnê, parêzer û akademîsyenan, divê guhdariya muxatabên pêvajoyê jî were kirin. Ev tevkariya li pêvajoyê bivênevê ye. Ji ber ku hem alî hem jî muxatabê pêvajoyê Ocalan e."
Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û ravekirina wî ya li ser meseleyê dê fikarên civakê ji holê rake.
Her wiha Meraş Daniş Beştaşê destnîşan kir ku rakirina astengiyên li ber berdana girtiyên nexweş û berdana girtiyên înfazên wan hatine taloqkirin dê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike û got ku ji bo mafê hêviyê sererastkirineke qanûnî dê bibe nîşaneya vegera li hiqûqê.
'PIRSGIRÊKA KURDÎ SEMBOLA PIRSGIRÊKA KURD E'
Meral Daniş Beştaşê bilêv kir ku axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê li komisyonê sembola pirsgirêka Kurd e û got ku ev çareserkirina vê pirsgirêkê divêtiyeke serketina pêvajoyê ye.
Meral Daniş Beştaşê, diyar kir ku divê komîsyon xebata xwe bi demokratûkbûyînê re bi awayekî hevwext bike û kêmasiyên di vê pêvajoyê de derkevin holê jî divê bi xebatan re bên temamkirin.
Meral Daniş Beştaşê, destnîşan kir ku teqwîma xebatê ya komisyonê wekî 31'ê Kanûnê hatiye diyarkirin û got ku piştî guhdarîkirina divê gavên çareseriyê bên avêtin.
MA / Omer Gungor