WAN - Kedkarên ku qeyûmê Wanê ew ji kar derxistî, 25 roj in li ber xwe didin. Karkeran, diyar kirin ku ew ê li dijî neheqiyê paşvegavê neavêjin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, di 31’ê Tîrmehê de 223 karker ji kar derxist. Çalakiya karkeran a li dijî vê biryarê didome. Piraniya kedkaran ew kes in ên di dema qeyûmê berê de ji kar hatibûn avêtin û di serdema DEM Partiyê de dîsa li karên xwe vegeriya bûn. 223 kedkaran, li gel meşan, her wiha li Enqereyê jî çendek hevdîtin kirin.
25 ROJ IN LI BER XWE DIDIN
Karkerê bi navê Cûma Çîftçî ku bi roja ye li dijî biryarê li ber xwe dide, diyar kir ku îdiaya “lêpirsîna ewlehiyê” a weke hinceta derxistina ji kar hatiye nîşandan rast nîne û got: “Sedema esasî, siyasî ye. Lewma em ji kar derxistin. Em ji lêpirsîna ewlehiyê derbas bûbûn. Anku bi hinceteke neheq piştî 7 mehan li ser telefonê li me geriyan û em ji kar derxistin. 25 roj in li ber xwe didin. Rêxistin û gelê me em qet bi tenê nehiştin. Ji 31’ê Adarê heta niha li dijî Wanê her tim hêrsa wan hebû. Mexdûrên vê jî bûn xebatkar. Heta her 223 kes dîsa li karên xwe venegerin em ê paşvegavê neavêjin.”
8 SAL IN MEXDÛR E
Cemalettîn Kurtla ku cara duyemîn e ji hêla qeyûm ve ji kar tê avêtin jî got: “Ez 6 salan xebitîm lê 8 sal in li heqê xwe digerim. Di sala 2012’an de min dest bi şaredariyê kir. Qeyûm, di sala 2017’an de ez ji kar derxistim. Wê demê jî ewraqên kêm û perwerdeya 6 mehan kirin hincet. Min serî li dadgehê da. Tevî 3 biryarên dadgehê jî negirtin kar. 8 salan têkoşiyam. Piştre DEM Partiyê dîsa şaredarî bi dest xist û em vegeriyan karê xwe. Ji walîtiyê re nivîs nivîsand û bersiv jê xwest. Karê ku em bi erêkirina walîtiyê dîsa lêvegeriyan, 6 meh piştre dîsa derxistin. Em ji madeya 22’yan derxistin. Anku bi vê madeyê re em nikarin mûçeyê bêkariyê yê ÎŞ-KUR’ê sûd bigirin. Pariyê nanê zarokên me hate xwarin. Ji bajarên din kesan tînin û li vir dixin kar. Qaşo sekreterê giştî yê şaredariyê Ulaş Akhan gef li me xwar. Ez vê neheqiyê qebûl nakim.”
Elîf Gemîcîoglû ku xebatkara çandê bû û ji kar hatiye derxistin jî ev tişt anî ziman: “Di sala 2012’an de min li şaredariyê dest bi kar kir û 5 salan di xebatên çand û ziman de min cih girt. Gelek xwendekarên me hebûn. Hefteyê carnan 40 saetan min ders dida. Di sala 2016'an de ji kar derxistin. 8 salan em li bendê bûn ku bi awayekî hiqûqî li karê xwe vegerin. Piraniya 223 karkeran bi biryarên dadgehê dîsa vegeriyan karê xwe. Bi vê yekê re qeyûm 223 ji me hilbijart û ji kar derxist. Li vir ne tenê 223 karker lê 223 malbat mexdûr bûn. Lê çi bibe jî em ê neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nekin. Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.”