ENQERE – Endama Jinên Halkevê Buse Uçer, diyar kir ku ji bo demokrasiyê pêdivi bi polîtîkayên ku mafê jiyana jinan diparêze heye û got, “Ewlehî û wekheviya jinan bingeha aştiyê ye.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin xebatên xwe didomîne. Xebata komîsyonê ya ji bo pêkhateyên civakî didome û pêşniyarên ji bo rojeva komîsyonê ji aliyê gelek kesan ve tên ziman. Daxwaza rêbazên demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayake berfireh tên kirin, li gel vê yekê jin jî bi domdarî daxwazên xwe tînin ziman.
Endama Jinên Halkevê Buse Uçer, anî ziman ku divê komîsyon li gel pirsgirêka Kurd, pêvajoya demokratîkbûnê mijara qetlîamên jinan jî rojeva xwe de gotûbêj bike.
Buse Uçerê, diyar kir ku bêcezakirina ji sûcê qetliama jinan didome û wiha axivî: “Divê jin êdî bêjin ‘na’, mafên xwe biparêzin û mayîna li malên ku lê tundî li wan tên kirin red bikin. Ev têkoşîneke girîng e. Lêbelê desthilat, ji dêleva polîtîkayên ku jinan biparêzin pêş bixe, re li ber sepanên ku jinan dike hedef vedike.”
‘LÊNIHÊRÎNA ZAROK Û PÎRAN DIXIN STÛYÊ JINAN’
Buse Uçerê, da zanîn ku polîtîkayên desthilatê parçeyek ji pergala mêrsalariyê ye û mêr ji polîtîkayên bêcezakirinê hêz digirin û wiha pê de çû: “Desthilat, li rêya istismara ked û laşê jinan digere. Mînak, li polîtîka xebata nîvnanekî ya li malê ji bo bêtir jinan istismar bikin pêş dixin. Polîtîkayên civakî kêm e. Lênihêrîna zarok, pîr û astengdaran dixe stûyê jinan. Dewlet ji şûna polîtîkayên civakî pêş bixe keda jinan istismar dike.”
‘DIVÊ AŞTÎ BIBE MESELEYA HEMÛ CIVAKÊ’
Buse Uçer, destnîşan kir ku di şer de herî zêde zarok û jin bandor dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe “Li Filistîn, Efxanistan, Sûrîye û li Îranê qirkirina li dijî jinan didome. Lêbelê jin, li Îran û li Efxanistanê li ber xwe didin. Li Tirkiyeyê jî jinên wek Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê li ber xwe didin. Jin dikarin vê têkoşînê civakî bikin.”
‘MAFÊ JIYANÊ BINGEHA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE’
Buse Uçer, bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd û ev tişt got: “Li madem qala demokrasiyê tê kirin pêşî divê qetlîamên jinan bên rawestandin. Mafê jiyanê, bingeha demokratbûnê ye. Lê divê ev bi qetlîama jinan ve sînordar nemine. Di pêvajoya demokratîkbûnê de divê mafê jiyana jinan wek pirsgirêka Kurd bibe mijara sereke.”