ŞIRNEX - Jinên ku li herêma Katoyê Marunisê di bin siya balafirên şer û kalekolan de bêrivaniyê dikin, gotin: “Bi pêvajoyê re divê ev pirsgirêk bi dawî bibin.”
Zozanên li herêma Çiyayê Kato Marunisê ku di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê de ye, bi salay ye bi hinceta “Ewlehiyê” qedexe ne. Di vê pêvajoyê de gelek kalekol li zozanên Mergênsotî û Kejanê hatin avakirin û vê jî kir ku koçerên li herêmê bi rehetî nekarin tevbigerin û nekarin pezê xwe biçêrînin. Tevî pêvajoya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî jî ev qedexeye hêj berdewam in. Bêrîvanên li herêmê gotin ku gelek caran neçar dimînin ku di bin zexta leşkeran û di bin siya balafirên şer de ajalvaniyê bikin.
Bêrîvanan, diyar kirin ku tevî hemû astengiyan jî ew ê zozanên xwe neterikînin û hêviya xwe ya ji bo aştiyê jî diparêzin.
'JI ZOZANÊN ME DERKEVIN’
Ji bêrîvanan Hamaîl Cîn, anî ziman ku hêj jî bi dengê balafirên şer dest bi roja xwe dikin û got: “Hêviya me heye ku aştî çêbibe. Em bihêvî ne lê her ku em vê rewşê dibînin hêviya me dişikê. Zozanên me hêj jî qedexe ne, li dora me qereqol, qule û leşker hene. Em di bin siya leşkeran de ajalvaniyê dikin. Heke zozanên me serbest bibin, heke ev qedexeye rabin, heke em bikarin pezê xwe bi rehetî bibin her derê, wê demê em ê ji pêvajoyê bawer bikin. Lêbelê hêj jî em di bin siya qedexeyan de pezî xwedî dikin. Em nikarin bi rehetî bihên û biçin û pezê xwe biçêrînin. Madem PKK’ê çekên xwe berda, wê demê bila leşker xwe ji vir vekişînin. Heke xwe ji vê derê vekişînin wê demê dê her tişt xweştir bibe.”
'EM NIKARIN BI REHETÎ TEVBIGERIN’
Hatun Durmuşê jî bertek nîşanî kalekol û quleyên li zozanan hatine avakirin da û ev tişt anî ziman: “Em li vê derê ne lê nikarin bi rehetî bihên û biçin. Em qebûl nakin ku leşker hêj li zozanên me bin. Heke kontrolên leşkeran û qule nebin, wê demê em ê bi rehetî ajalvaniyê bikin. Ji ber ku li hemberî me, em nikarin bi rehetî tevbigerin. Em dixwazin ev qereqol û qule li zozanên me bên derxistin. Ji bilî vê hêviya me ji pêvajoyê heye. Ji ber ku baweriya me bi birêz Abdullah Ocalan tê. Em dixwazin birêz Ocalan jî di demekî nêz de azad bibe.”
'LI GELEK CIHAN MAYIN HENE’
Husna Ataman jî bi lêv kir ku aştî bi rakirina qedexeyan, bi valakirina girtîgehan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan be û wiha pê de çû: “Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Heke aştî çêbibe, dê qedexe û zexta li ser zozanên me jî rabe. Em dixwazin aştî were Rojava jî. Ji ber vê zilm û zextê em koçber bûn û ji hev belav bûn. Ji ber vê jî em aştiyê dixwazin. Zozanên me yên me ne lê tu caran hizûra me çênebû. Li van zozanan hereketek a me ya herî biçûk jî ji hêla leşkeran ve tê astengkirin û ji me re dibêjin ‘hûn li wir çi dikin, we çi veşart.’ Zilmekî wiha heye û hêj berdewam e. Ji ber ku hêj li gelek cihan mayin hene em nikarin biçin wan deran û pezê xwe bibin. Em dixwazin ev qedexeyên ser zozanên me rabin.”
‘BILA AŞTÎ BIBE’
Esmer Durmuşê jî got ku tevî zehmetiyan jî hêviya wan a ji bo aştiyê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin li zozanên xwe azad bijîn. Bila hizûra me hebe. Em dixwazin bi rehetî, bi serbestî li zozanên xwe bigerin û bijîn. Em ji vê pêvajoyê bawerin û hêviya me aştî ye.”
MA / Zeynep Durgut