NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî da û bang li hemû jinan kir ku bertekê nîşanî biryarê bidin.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê parastvana mafên jin û karkeran Şerîfe Mihemedî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li dijî cezayê îdamê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn û erêkirina cezayê em serî hildidin.”
Daxuyaniya Meclisa Jinan a DEM Partiyê wiha ye: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em her êrişeke li dijî jinan weke êrişa li hemberî bedena xwe dibînin û serhildana xwe ya li hemberî vê yekê mezin dikin. Rejîma Mola ya faşîst ku êrişî jiyan û berxwedana jinan dike, ji bo karibe desthilatdariya xwe ya bi serweriya mêr dewam bike, careke din li hemberî mirovahiyê û jinan sûc kiriye.
Şerîfe Mihemedî li hemberî binpêkirina maf, tundî, mêtingerî û bêedaletiyê têkoşiya. Cezayê darvekirinê yê ku li Şerîfe Mihemedî hate birîn ne encama sîstemeke hiqûqê ya li ser bingeha maf e, lê belê berhemeke wê sîstemê ye ku xwe ji serweriya mêr xwedî dike û êrişî mafê jiyanê yê jinan dike. Bi sedan jinên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyan bûn hedefa vê rejîma dijminê jinan. Li hemberî van sîstemên ku her gava tengav bû çoyê dadgeriyê bi kar anî û xwe li pişt hiqûqa mêr veşartî, em bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin!
Şerîfe Mihemedî ji ber ku mafên jinan û karkeran diparast bi sûcdariya 'Li hemberî dewletê propaganda reşkirinê meşand' bi cezayê darvekirinê hate cezakirin. Em deng, nefes û îsyana Şerîfe Mihemedî ne! Darizandina wê nîşan dide ku mêtingerî û tundiya li dijî jinê ya li Îranê bi destê 'hiqûqê' tê rewakirin.
BANG LI HEMÛ JINAN KIR
Em bang li jinan hemûyan dikin;
Li hemberî erêkirina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bi gotina 'Her tayê porê Jîna Emînî serhildana me ye' piştevaniyê mezin bikin. Mezinkirina vê piştevaniyê tê wateya mezinkirina têkoşîna me ya azadî û wekheviyê ya li her cografyayê li dijî sîstema bi serweriya mêr tê meşandin. Li dijî tundî û mêtingeriyê em ê jiyana xwe û keda xwe biparêzin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Bi baweriya xwe, bi biryardariya xwe, bi dirûşma xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mihemedî!"