NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de li gelek bajaran ji bo projeyên gaza xwezayî, RES, GES, û xetên enerjiyê biryara îstîmlaqkirina lezgîn hatin dayin. Biryarên serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de li gelek bajaran ji bo projeyên gaza xwezayî, RES, GES, û xetên enerjiyê biryara îstîmlaqkirina lezgîn hatin dayin. Biryarên serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî biryarên bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hatine weşandin; ji bo projeya Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Kuluncak-Xarpêtê, ji bo neguhêzbarên li 5 navçeyên bajar; ji bo Projeya Xetên Enerjiyê yên ya Bîrecîkê ji bo hinek neguhêzbarên li Rihayê; ji bo Projeya Xetên Gaza Xwezayî ya li navçeyên Erdîş-Panos û Westanê hinek neguhêzbarên Agirî û Wanê; ji bo Projeya Xebata Gaza Xwezayî navçeya Xîzanê hinek neguhêzbarên di navbera Xîzan û Norşînê de; ji bo Tesîsa RES’ê ya Yellîceyê li Sêwasê hinek neguhêzbar, ji bo Tesîsa Hilberandina Ceyranê ya GES’ê ya Gelînkayayê li Erziromê hinek neguhêzbar û li bajarên Kocaeliyê, Kirklarelî, Bolu, Karabuk, Stenbol, Konya, Afyonkarahîsar, Kirşehir, Eskîşehîr, Sakarya û Kocaeliyê jî ji bo projeyan gelek neguhêzbar bi awayekî lezgîn hatin îstîmlaqkirin.