STENBOL - Rojnameger Mumtazer Turkone diyar kir ku peywira esasî ya komîsyona li Meclisê civakîkirina aştiyê ye û got: “Meseleya esasî Sûriye ye. Heke di navbera HSD û rêveberiya Şamê de şer derkeve û Tirkiye li cem hikûmeta Şamê cih bigire, tiştekî bi navê pêvajoyê namîne.”
Rojnameger Mumtazer Turkone têkildarî rola “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê”, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Sûriyeyê diqewimin axivî. Turkone, diyar kir ku ji sedî 90’ê serkeftina pêvajoyê girêdayî rewşa psîkolojîk e û ji bo civakîbûna aştiyê hewcehî bi seferberkirina hesta empatiyê heye.
Turkone, destnîşan kir ku li gorî rêziknameya hundirîn a Meclisê avakirina komîsyonê guncav nîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku qeydekî komîsyoneke wiha ava bike tune ye. Lewma komîsyoneke jirêzê nîne. Sedema nejirêzêbûna wê jî ew e ku dixwaze rewşeke guncav ava bike. Di vê mijarê de hem pir cidî hem jî jidil in. Partiyên tev li komîsyonê xwedî wê peywirê ne ku civkê jî tev li pêvajoyê bikin û zemîna qanehkirinê ava bikin. Heke komîsyonê rewşa li Tirkiyeyê ber bi erêniyê ve bir, wê demê tê wê wateyê ku komîsyonê peywira xwe bicih aniye.”
‘HÊJ JÎ AKP XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERNEKETIYE’
Turkone, destnîşan kir ku AKP hêj jî tam xwedî li pêvajoyê derneketiye û wiha domand: “Li şûna xwedîderketinê, divê îktîdar pêvajoyê birêve bibe. Divê berpirsyartiya wê li xwe bigire. Lê hemû di hemû partiyên siyasî de fikarek heye. Civak jî li dijî pêvajoyê hinek bibertek e. AKP jî li anketan dinêre û li gorî wê hem dixwaze di nava pêvajoyê de xuya bike hem jî derve. Ev jî helwestekî hevnegirtî bi xwe re tîne.”
Bi domdarî Turkone, diyar kir ku hem CHP’iyan hem jî DEM Partiyan di civîna ewil a komîsyonê de tiştên nêzî hev gotine û wiha pê de çû: “Her du aliyan jî xwestin bi biryarên DMME û AYM’ê were kirin, mudaxileyên darazê yên siyasî bên bidawîkirin, hemwelatiyan wekhev û hwd. Ev ahenga di navbera CHP û DEM Partiyê de balkêş e. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî kîjan aliyê teraziyê giran bibe bi awayekî hewl dide dîsa hevsengiyekê çêbike. Ev roleke girîng e ji ber ku dibêje heke xitimînek çêbibe dê bikeve dewrê. Di halê hazir de di mijara komîsyonê de pirsgirêkke nîne û bi serkeftî didome.”
‘HEKE LI CEM HTŞ’Ê CIH BIGIRIN DÊ PÊVAJO BI DAWÎ BIBE’
Di berdewamê de Turkone bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Heke di navbera HSD’ê rêveberiya Şamê de şer derkeve û Tirkiye li cem hikûmeta Şamê cih bigire, dê tiştekî bi navê pêvajoyê nemîne. Sedema ewil a pêvajoya li Tirkiyeyê jî geşedanên li Sûriyeyê bûn. Tişta ku dê bike pêvajoya li vir bidome jî geşedanên li Sûriyeyê ne. Xetereyên pir cidî hene. Lê di mijara rewşa li Sûriyeyê de ez bêhêvî nînim. Rewşekî parçebûyî li Sûriyeyê heye. Mimkin nîne li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk ava bibe. Ji ber ku eşîr û mezheb pir xurt in. Di civakên wiha de jî mekanîzmaya demokrasiyê nakeve meriyetê. Durzî weke mînakek e. Li rexa din derdorên weke şexs xuya dikin lewma jî xwe birêxistin dikin û di nava rêxistinê de xwe temsîl dikin jî hene. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên Kurdan mînaka vê ye. Pir zehmet e ku li Sûriyeyê sazî û mekanîzmayên demokratîk bikevin meriyetê.”
‘NE TIRKIYE NE JÎ HSD DÊ XELETIYÊ NEKIN’
Turkone, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerekî li Sûriyeyê dê hem bi Tirkiyeyê hem jî bi HSD’ê pir mezi bide windakirin. Tirkiye dê bi eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi PDK’ê re li hev bike û giraniya xwe nîşan bide. Dê hevsengiyên pir hesas derkevin holê. Şer û pevçûn dê bi xêra tu kesekî nebe. Jixwe hêzekî hikûmeta Şamê ya şerekî li dijî HSD’ê nîne. HSD jî li gorî xwe li vê erdnîgariyê aliyên tê de tengijî hne. Lewma ne bawerim Tirkiye xeletiyê bike û dê hewl bide her du aliyan lihev bîne.”
Turkone, got ku çareseriya sereke ya pirsgirêka Kurd hemwelatiya wekhev e û axaftina xwe wiha qedand: “Divê li Tirkiyeyê êdî pergaleke ku Kurd bi îradeya xwe weke hemwelatiyên birûmet û wekhev tê de cih digirin were avakirin. Hinek sînorên Abdullah Ocalan xêz kirine hene. Bawerim ew jî ji bo serkeftina pêvjoyê, nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike. Ocalan, vê jî bi têgeha civaka demokratîk dike. Dewleta serbixwe, federalîzm û hwd. li derve dihêle. Ev, nêzikatiyên rasteqîn in. Ev jî li cem baskê dewletê ku Devlet Bahçelî wê temsîl dike, cihê xwe heye. Êdî tecrûbeyên 100 salên komarê bi dawî bû û destpêkeke nû tê kirin. Ji bilî avakirina pêşerojeke hevpar, tu çareyên Kurd û Tirkan nînin.”
MA / Melîk Çelîk