AGIRÎ - Kewê Aslan a kurê wê 15 sal in li Agiriyê girtî ye û Makbûle Kahraman ku kurê wê 10 sal in gerîlayê HPG'ê ye, xwestin pêvajo bileztir bimeşe û gotin pêwîst e qanûnên ku rê bidin gerîla beşdarî jiyana siyasî bibin werin derxistin.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9'ê Tîrmehê, PKK'ê di 11'ê Tîrmehê de li herêma Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê merasîmek li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, bi serokatiya Hevseroka KCK'ê Besê Hozat, guh da banga Ocalan û bi dilxwazî çekên xwe tune kirin. Kewê Aslan ku kurê wê 15 sal in li Agiriyê girtî ye û Makbûle Kahraman ku kurê wê 10 sal in di nava HPG'ê de ye, gotin ku divê Tirkiye gavên demokratîk biavêje da ku gerîla tevlî jiyana siyasî bibin.
‘EM ÊDÎ VAN ÊŞAN NAXWAZIN'
Kewê Aslanê diyar kir ku kurê wê 15 sal in di girtîgehê de ye û di vê demê de du caran hatiye sirgûnkirin û got ku tevî pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin jî, ew bêdeng dimînin da ku ruhê pêvajoya berdewam xera nekin. Kewê Aslanê got: "Ez hêvî dikim ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe û girtiyên me werin berdan. Em naxwazin êdî dayik bigirîn; em daxwaz dikin ku her tiştê pêwîst were kirin da ku ew êşê nekişînin. Em extiyar in, me tevahiya jiyana xwe di vê êşê de derbas kiriye. Me ji bo zarokên xwe gelek êş kişandiye. Bi hezaran kes di girtîgehê de ne û em rewşa wan an jî tiştên ku ew dikişînin nizanin. Ez nexweş im û ez nikarim biçim kurê xwe bibînim. Hevjînê min nikarîbû êşa kurê min tehemûl bike û her tim qala wî dikir; di dawiyê de ew ji ber krîza dil mir. Niha gurçikên min jî têk çûne û ez pir xemgîn im. Ez nikarim biçim. Em dixwazin ku ev pêvajo pêş bikeve. Em naxwazin êdî vê êşê bikişînin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku êdî hêza tu dayikan nemaye."
Kewê Aslanê anî ziman kir ku divê komîsyon ji bo pêvajoyê amadekariyan bike û got ku ew dixwazin tiştên baş biqewimin û her du alî jî westiyane. Kewê Aslanê diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û bawer dikin ku heke ew dîsa neyên xapandin û paşve gav neavêjin, pêvajo dê bi rêkûpêk biçe. Kewê Aslanê got: "Tişta ku divê dewlet di vê pêvajoyê de bike ev e ku girtiyan serbest berde. Em ji bo xwe pir tiştî naxwazin. Me gelek êş û zehmetî kişandiye; em naxwazin yên ku piştî me tên wê bibînin. Dayikên hene sê zarokan wan şehîd bûne; dayik hene çar zarokan xwe di girtîgehê de hene. Ji ber vê yekê, divê dayik êdî êşên wiha nekişînin. Em tiştên baş dixwazin ji ber ku em westiyane. Em jî dixwazin azad bin. Em dixwazin ji bo xwe û zarokên xwe tiştekî bikin. Tenê ev e daxwaza me."
‘ÇARESERÎ SIYASETA DEMOKRATÎK E'
Kewê Aslanê destnîşan kir ku PKK di vê pêvajoyê de gavên girîng avêtine û komîsyonek hatiye avakirin. Kewê Aslanê anî ziman ku hîn jî nerehet in ji ber ku naveroka komîsyonê nizanin û wiha domand: "Erê, em li her derê li ser televîzyonê temaşe dikin û dişopînin, lê em hîn jî nerehet in. Gerîlayan gaveke girîng avêtin û çekên xwe şewitandin. Em dixwazin gerîlayên ku çekên xwe danîne werin û bi kesên ku rasterast bi wan re mijûl dibin re hevdîtinê bikin. Çareserî êdî bi çekan ne pêkan e, divê bi rêbazên siyasî were dîtin. Divê ew bi axaftin û kiryarên xwe di qada siyasî de bin. Belê, komîsyon niha hatiye avakirin, lê em dixwazin biryarên hatine dayîn û kiryarên ku tên kirin dadperwer bin. Ev ne tenê meseleya me ye; ev mesele hemû Tirkiyeyê eleqedar dike. Em aştiyeke mayînde, dixwazin. Divê ew paşve gav neavêjin, divê ew careke din me nexapînin."
Makbule Kahraman ku kurê wê gerîla ye, got: "Kurê min nêzîkî pênc salan li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtî ma. Di sala 2011'an de hat girtin û di sala 2016'an de hat berdan. Piştî pênc salan hat berdan, lê nikarîbû li wir bimîne; piştî wê yekser tevlî PKK'ê bû. Em dixwazin hemû zarok bigihên dê û bavên xwe. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ev pêvajo bi çareseriyê biqede, da ku ew careke din me nexapînin. Em naxwazin ne ew û ne jî em êdî êşê bikişînin. Em dixwazin her tişt bi rêkûpêk were kirin. Çi siyaset be çi di her warî de be, ne girîng e; tenê rastgo û bêxapandin bin. Em dixwazin gerîlayên ku çekên xwe danîne daxilî jiyana siyasî bibin."