WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan diyar kirin ku derxistina 223 karkeran ji aliyê qeyûm ve, operasyona tasfiyeya siyasî ye.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin, têkildarî derxistina 223 karkeran ji aliyê qeyûm ve, daxuyaniyeke nivîskî dan. Hevşaredaran diyar kirin ku gelê Wanê rê nade ku dizî, talanker û xespkarên kedê derbas bibe.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku qeyûman 223 karker bi awayekî bêhiqûqî ji kar derxistine û wiha hat gotin: "Ev êrîşa namerdî, encama bêtehemûliya hikûmetê ya ji bo çavnebarkirina her 14 şaredariyên li Wanê di 31'ê Adarê de ji aliyê gel ve hatine girtin e. Karkerên ku di dema rêveberiya me de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin xebitandin, piştî ku hemû pêvajoyên hiqûqî-rêveberî hatin kirin, tevî daxuyaniyên ÎŞKUR, hevpeyvîn, kontrolên qeyda ceza û lêpirsînên li emniyetê bêyî kêmasî bên kirin, bi rengekî adîl û zelal hatin xebitandin. Ti ji van xebatkaran mehkûmiyeta dawî nîne. Lê belê heta roja îro bi tenê bi rêya telefon an jî mesajan 223 karker bi rengekî nehiqûqî ji kar hatin derxistin. Heta tu agahdariyeka fermî jî nehatîye kirin. Sedema derxistina ji kar jî 'îstîhdama beriya lêpirsîna arşîvê biqede' bû. Ev yek detayeke teknîkî û îdarî ye û derxistina bi sedan karmendan bi vê bahaneyê, operasyoneke zelal a tasfiyeya siyasî ye.”
'HIQÛQA DIJMIN TÊ PÊKANÎN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku her çend di dema wan a wezîfeyê de gelek caran serlêdanên nivîskî yên ji bo lêpirsînên ewlekariyê ji qeymeqamtiyê re hatine kirin jî, ti bersiv nehatiye dayîn. Wiha hate gotin: "Niha raporên der barê derxistina ji kar de wekî hincet tên bikaranîn. Komîsyonên ku hatine avakirin, prensîbên 'pêşbîniya bêgunehiyê' û 'sûcdariya şexsî' ya di xala 38’emîn a Destûra Bingehîn de hatiye garantîkirin, binpê dike. Ev nêzîkatî ne hukmekî hiqûqê ye, lê pêkanîna hiqûqa dijmin e. Geşedanên li Wanê ne yekjimar in lê parçeyek ji tasfiyekirina kedê ya sîstematîk e. Şaredariya Êlihê 61 karker, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê zêdetirî 300 karer, Şaredariya Dêrsimê jî herî kêm 15 karker ji kar derxistin. Ji personelên çand û hunerê heta karkerên paqijiyê, ji personelên astengdar heta xebatkarên xizmeta civakî, gelek xebatkar bûne hedefa van êrîşan. Ev rewş nîşaneya berbiçav a niyeta hikûmetê ye ku şaredariyan ji qadên xizmeta cemaweriyê veguherîne qada pêşbirka siyasî.
'DIVÊ KARKER TAVILÊ LI KARÊN XWE VEGERIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku derxistina karkeran a nehiqûqî, ji bo xerakirina bendewariyên di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di dema dawî de ji nû ve derket holê û wiha hat gotin: “Ev rewş zemîna diyaloga demokratîk xera dike. Her vîna siyasî ya ku aştiya civakî hedef digire, tenê eger hurmet ji vîn û keda gel re bê nîşandan, dikare watedar û pê bawer be. Partiya me wê li dijî vê neheqî û êrîşên li dijî kedxwaran, li cem karkerên ji kar hatine derxistin rawestan bidomîne. Me bi serdana sendîkavanan tevî hevserokên xwe, parlamenterê xwe û endamên xwe yên meclîsa şaredariyê hestên xwe yên hevgirtinê anîn ser rê. Bi taybetî di têkoşînên hiqûqî de li her qadê çi pêwîst be em ê bikin. 223 karkerên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji kar hatin derxistin, divê tavilê ji nû ve bên vegerandin. Divê dawî li pêkanînên qeyûm ên li hemû şaredariyan bê anîn û wezîfedarên herêmî yên hatine hilbijartin li cih û warên xwe vegerin.”
'EM Ê CAREKE DIN BI SER BIKEVIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Wanê wê careke din li ber xwe bide û bi ser bikeve û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Divê şaredarî nebin qada kadroyên siyasî; divê wek sazîyên giştî yên ku ji bo xizmeta gel hatine terxankirin bimînin. Bi berxwedana xwe ya bê navber a li Wanê li ser bingeha bawerî û hevgirtinê em ê rêya aştiyê gav bi gav biavêjin. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana Wanê di heman demê de ji bo aştiya li gelemperiya welêt gaveke krîtîk e. Me li ber xwe da, em bi ser ketin! Em ê dîsa li ber xwe bidin, em ê dîsa bi ser bikevin! Moralê me bilind e, baweriya me nayê hejandin! Pêwîstiya gelê me bi xeman nîne; bi berxwedana xwe re em ê aştiyê bînin vê xakê û qeyûman bi rengekî mayînde bişînin."