AMED - Şaredariya Peyasê hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî atolyeyan organîze dike.
Miduriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ya Amedê, ji bo zarok û mezinan li Navendên Perwerdeyê yên Halîl Îbrahîm Orûç û Aydin Erdem perwerdeya zimanê Kurdî dide destpêkirin. Beşdar dikarin heta 5'ê Tebaxê serlêdanê bikin. Xebatên atolyeyan wê 10'ê Tebaxê dest pê bikin. Kesên ku dixwazin der barê perwerdehiya ziman agahiyên berfireh werbigirin dikarin serî li Navendên Perwerdeyê yên Halîl Îbrahîm Orûç û Aydin Erdem bidin.
ZAROK DÊ ZIMANÊ DAYIKÊ FÊR BIBIN
Atolyeyên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî ku ji bo zarokên 10-15 salî hatine plankirin, dest pê dikin. Kurs wê di tevahiya betlaneya havînê de dewam bikin. Armanc ew e ku zarok zimanê xwe yê dayikê bi kêf û şahî fêr bibin û bi metodên perwerdeyê yên wekî 'Bi Lîstikan, Stranan, Çîrokan, Drama û Aktîvîteyên Hunerê fêrbûna Kurdî, hunerên ziman ên bingehîn (xwendin-nivîsandin-axaftin), hînbûna hevserok û xebata komê ye. Bi van atolyeyan tê armanckirin ku zarok hem kêfa xwe bikin û hem jî ziman û çanda xwe geş bikin.
Bi dirûşma 'Bi zimanê xwe yê dayikê xwendin û nivîsandin qet ne dereng e' midûriyet wê ji bo mezinan atolyeyên xwendin û nivîsandinê yên bi Kurmancî û Kirmanckî jî organîze bike. Hemû mezinên ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û binivîsin dikarin serî li kursan bidin.