* Welatiyên tevlî Mîhrîcana Mûnzûrê bûn diyar kirin ku pêwîst e dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bavêje û gotin, "Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in."
* Hevserokên DBP'ê yên herêma Çukurovayê bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bên kirin.
* Qenalên muxalîf ên ku bi kurdî û erebî weşanê dikin, bi rêya MyFlix TV bi telefonên mobîl dikarin bên temaşekirin.
* Huseyîn Guzel ê 70 salî ku di sala 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve de li Sûrê hatibû îlankirin, mala wî hate xerakirin û got, "Nîşanên guleyan hînê li her derê ne. Edalet nîne, edalet li ku ye? Heta ku nêzîkatiya dewletê neguhere, ev yek wê bidome. Rêyên aştiyê hene, bila gav bavêjin bes e."
* 23'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê wê 4 rojan bidome. (10.00-19.00)
* Li Mêrdînê MEBYA-DER wê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir kongreya xwe lidar bixe. (11:00)
* Rêxistina Bajêr a Enqereyê ya DEM Partiyê, di çarçoveya civînên "Aştî û Civaka Demokratîk" de wê li Keçîorenê civîna gel lidar bixe. (13:00)
* Serokê HEP'ê yê Enqereyê Faîk Candan wê di 31'emîn salvegera windakirina xwe de li Keçîorenê were bi bîr anîn. (15:00)