Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû

  • rojane
  • 10:03 26 Tîrmeh 2025
  • |
img
EDENE – Mehdî Ozdemîr, parêzerê girtiyê nexweş ê Hadî Elçîçek ê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku girtina muwekîlê wî tevî raporan û paşxistina înfazê ku pêvajoyê dirêj kirin, îhtîmala başbûnê ji holê rakirine û got: "Ev ne înfaz e, biryara mirinê ye." 
 
Hadî Elçîçek ê ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê hebû û ji bo dermankirinê înfaza wî 6 mehan hatibû taloqkirin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Elçîçek di 16'ê Sibata 1999'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hat girtin. Piştî 10 rojan di bin çavan de ma, Elçîçek bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hat girtin. Bi heman îdiayç, Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Hejmar 1 (DGM) ya Amedê cezayê darvekirinê lê birî. Piştî rakirina cezayê darvekirinê, cezayê Elçîçek veguherî cezayê muebeta giran. 
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), bi sedema ku endamên leşkerî di nava Dadgehên Ewlehiya Dewletê de hebûne, biryara "binpêkirina darizandina adil" da. Elçîçek ku 22 salan di girtîgehê de ma, piştî biryara binpêkirinê di 9'ê Kanûna 2021'ê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat berdan. Elçîçek ku darizandina wî ji nû ve dest pê kir, di vê demê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin. Nexweşxaneyê ewilî rapora ji sedî 80'ê asteng e, da Elçîçek. Elçîçekê ku înfaza wî hat sekinandin û darizandina wî ji nû ve dest pê kir, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bi heman sûcdariyê cezayê muebeda giran lê hat birîn. Parêzeran îtiraz kir, lê tu encam ji îtirazê derneket. Piştî ku Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind ceza pesend kir, Elçîçek di 7'ê Çileya 2025'an de hat binçavkirin. Elçîçek ku li mala xwe ya li Mêrsînê hat binçavkirin, birin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê. Rewşa tenduristiya Elçîçek di 6'ê Sibatê de xirab bû û ji bo dermankirinê berdana wî 6  mehan hat taloqkirin. Elçîçek duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê, rapora ji 80 ya astengdariyê da Elçîçek. Piştî raporê parêzer Mehdî Ozdemîr, ji bo muwekîlê wî bê dermankirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da. Dozgeriyê jî xwest Saziya Tiba Edlî têkildarî rewşa Elçîçek raporekê amade bike. Lijneya Îhtisasê ya 11'an a Saziya Tiba Edlî a Stenbolê, rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" amade kir. Piştî rapora Saziya Tiba Edlî, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 6'ê Sibatê de înfaza Elçîçek ji bo 6 mehan taloqk kir. Piştî taloqkirina înfazê Elçîçek, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin. 
 
Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê di 15'ê Gulanê de der barê rewşa Elçîçek de rapor amade kir û vê carê diyar kir ku rêjeya astengdariya wî ji sedî 93 ye. 
 
Piştî vê raporê, dozgeriyê ji Saziya Tiba Edlî rapora ku Elçîçek "dikare di girtîgehê de bimîne yan na" xwest. Lê berî ku rapor bê amadekirin rewşa Elçîçek xirab bû û jiyana xwe ji dest da. 
 
'NE BIRYARA ÎNFAZÊ, BIRYARA MIRINÊ BÛ'
 
Parêzerê Elçîçek Mehdî Ozdemîr, anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo taloqkirina înfazê ji aliyê Saziya Tiba Edlî û dozgeriyan ve bêyî xwes bisipêrên pîvanên objektîf, bi awayekî pasîf esas hatine girtin û got: "Raporên tenduristiyê êdî wesfa xwe ya zanistî widna kirine. Girtiyên nexweş bi biryarên ji objektîfbûyînê dûr bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Ev ne înfaz bû, biryara mirinê bû." 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku girtina di girtîgehê de ya girtiyên nexweş li dijî mafên mirovan ên sereke ne û got: "Divê hiqûqeke li ser esasê jiyana mirovan ku berdana van kesan û dermankirina wan esas digire, bê pêkanîn. Di pêkanînên edlî de jî esasgirtina nêzîkatiyeke mirovî û hiqûqî bivênevê ye." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin