EDENE – Girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar Hadî Elçîçek ê ku jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Hadî Elçîçek, girtiyekî ku ji sedî 80’ê astengdar bû û ji bo tedawiyê 6 meh cezayê wî hatibû taloqkirin, li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê, tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Elçîçek birin Mizgefta Hîcret a li taxa Başak a navçeya Yuregîr, li wir erkên olî pêk anîn. Pişt re cenazeyê Elçîçek ji bo definkirinê birin Goristana Buruk.
Tevî malbata Elçîçek, nûnerên omeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din beşdarî merasîmê cenaze bûn.