AMED - Siddik Guler ê 85 salî ku piştî 27 salan ji girtîgehê derket, bi zorê dixaxive, dimeşe û dibihîse. Guler got: "Şeş mehan me bi ava sar serê xwe şûşt. M her cure heqaret dît."
Siddik Guler, tevî nexweşiya xwe ya giran jî demeke dirêj berdana wî hatibû astengkirin, lê piştî îtîraza parêzerên wî hat qebûlkirin, di 18'ê Tîrmehê de serbest hat berdan. Gulerê 85 salî, piştî serbestberdanê yekser vegeriya bajarê xwe Amed. Ji wê demê ve, Guler li mala malbata xwe û Mala Şînê ya Çermîkler a li navçeya Peyasê mêvanan pêşwazî dike.
PIR NIKARE BIAXIVE Û GUHÊN WÎ GIRAN BÛNE
Guler mêvanan bi kursiya biteker pêşwazî dike û ji ber pir nikare biaxive û guhên wî giran bûne, baş nikare sohbet bike. Bi qasî ku zimanê wî digere behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dike.
Pirsgirêkên wî bi vê yekê sînordar nînin; ji ber nebûna diranên wî, ew tenê dikare xwarinên avî bixwe. Ew bi alîkariya ferdên malbatê pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dike. Her wiha guhên wî jî giran bûne. Tenê gava ku mêvan bi dengekî bilind biaxivin ew dibihîse.
HEZKIRINA WÎ YA JI BO OCALAN
Hêjayî gotinê ye ku ew di hemû axaftinên xwe de behsa hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Tim baweriya xwe ya bi "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dubare dike.
Xemgîniya wî ya herî mezin jî ew e ku ji mecbûrî hevalên xwe yên girtî li dû xwe hiştiye. Ji ber vê yekê, piştî derketina ji girtîgehê, yekem tişta ku wî kir, telefonî malbatên wan kir.
Guler ku nikare bimeşe, di axaftin û bihîstinê de zehmetiyan dikişîne, tê payîn ku di rojên pêş de dermankirina wî dest pê bike.
'ME 6 MEHAN BI AVA SAR SERÊ XWE ŞÛŞT'
Guler diyar kir ku wî 27 salên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kiriye û got: "Min çar caran rapor wergirtin û her çar caran jî hatin betalkirin. Li girtîgehê ji min re digotin 'tu dikarî li xwe mêze bikî' lê hevalên min, ez li ser pişta xwe dikirim û dibirim."
Guler anî ziman ku girtî di bin zextê de ne û got: "Zilm li girtiyan tê kirin. Heqaret li wan tê kirin. Malbat ji bo hevdîtinên 45 deqîqeyî dihatin û diçûn. Wan ew dem jî pir didît. Divê girtiyên nexweş werin berdan û girtîgeh werin ziyaretkirin. Divê rewşa girtiyên nexweş were dîtin. Şeş mehan ava germ nedan me; em neçar man ku bi ava sar xwe bişon. Her cure heqaret li me hat kirin."
'GER DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN WÊ HER TIŞT BIGUHERE'
Guler, behsa "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" kir û got: "Gelê me aştiyê dixwaze. Em li teref pêvajoyê ne; em ê bi hev re aştiyeke birûmet ava bikin." Guler wiha domand: "Me nexwest em bi vî rengî derkevın. Me dixwest ku hemû girtî bi hev re werin berdan. Em dixwazin birêz Ocalan were berdan. Ger deriyên Îmraliyê vebin, her tişt dikare biguhere. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye û tişta ku paşê bibe di destê dewletê de ye. Dewlet dikare vê pêvajoyê temam bıke. Em ji bo aştiyê amade ne."