EDENE - Kesên ku di pêvajoya pevçûnê de xizmên xwe winda kirin xwestin di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bê çêkirin.
Bi peyama video ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan hat weşandin û merasîma şewitandina çekan a koma Aştî û Civaka Demokratîk a li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê, ev pêvajo veguheriye qonaxeke nû.
Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya Malbatên Windakirî ya Akdenîz Edeneyê (AKKAY-DER) diyar kirin ku pêvajo bi têkoşînê tê meşandin û bang kirin ku dewlet û îktîdar di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
Çetîn Eye anî ziman ku di pêvajoya pevçûnê de gelek hezkiriyên xwe winda kiriye û wiha axivî: "Me şahidî ji kêliyeke dîrokî re kir. Divê dewlet ji bo çareseriyê gavan bavêje. Di vê pêvajoyê de çapemenî hê jî ' zimanê dijminatiyê ' bi kar tîne. Hesasiyetên wan hebin, hesasiyetên me jî hene. Divê birêz Ocalan di zûtirîn demê de serbest bê berdan. Divê efûyek bê îlankirin. Divê di Destûra Bingehîn de mafên nasname, ziman û çandî bên dayîn. Divê dewlet ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.”
DAXWAZA SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ
Hevserokê AKKAY-DER'ê Mûstafa Yildiz jî ev tişt anî ziman: "Divê dewlet bi lezgînî sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bike. Divê rayedar dev ji zimanê jehrî berdin. Li gorî min divê pênaseya terorîzmê ji nû ve ji xêzkirinê bê kirin. Terora ku em dizanin behsa wan kesan dike ku gefê li nasname, ziman, çand û azadiya civakê dixwin û mafên wan ji destê wan digirin. Yên ji bo azadiyê têdikoşin divê weke terorîst neyên etîketkirin. Tu nikarî li aliyekî operasyonan bikî û piştre bibêjî ku li aliyê din çekan deynin. Tiştekî wiha ne mimkûn e; nabe. Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê dayîn û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bên pêkanîn."
Xeza Ozlu diyar kir ku keça wê Sûltan Ozlu kevirekî gorê jî nîne û weke dayikan tevî hemû zext, îşkenceyê jî ew aştiyê dixwazin. Xeza Ozlu da zanîn ku ew naxwazin kes bimire û got ku di vê pêvajoyê de divê her kes bibe yek û têbikoşe.
Rahîme Agaç anî ziman ku di pêvajoya pevçûnê de 3 birayên xwe winda kirine û bal kişand ku ew welatekî ku kes nemire û êş neyê jiyîn dixwazin.
Mûazzez Can da xuyakirin ku dayikên 40 sal in li kolanan daxwaza aştiyê dikin û her tim ev daxwaz anîn ziman.
Suphiye Bayav bang kir ku hemû dayik li vî welatî li hev bicivin û ji bo aştiyê têbikoşin û got, "Ev pirsgirêk bi mirin û kuştinê çareser nabe."
MA / Hamdullah Yagiz Kesen