ENQERE - Di avêtinên ser malan de yên bi navenda xwe Stenbol, li 9 bajaran 26 kes hatin binçavkirin. Di operasyona bi navenda xwe Îzmîr de der barê 372 kesan de biryara binçavkirinê hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, bi hinceta ku di warê aborî de alîkariya Cemaeta Gulenê kirine li 9 bajaran bi awayekî hevwext 26 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de xwediyê marketên HAKMAR û TATBAK Z.D. ku li navenda Stenbolê nêzî 800 şaxên wî yên van marketan hene hat binçavkirin û hat eşkerekirin ku qeyûm tayinî şîrketan hatiye kirin.
Li gel vê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de jî, oeprasyoneke bi navenda xwe İzmir hat destpêkirin. Di van operasyonê de li 60 bajaran der barê 371 kesî de biryara binçavkirinê hat girtin.