NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi û 4 rêveberên şaredariyê hatin girtin.
Şaredarê Şîle ya Stenbolê yê CHP’î Ozgur Kabadayi ku di 10’ê Tîrmehê de bi îdiaya “Ji bo kirina sûc rêxistin ava kiriye”, “bertîl”, “hîle” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatibû binçavkirin, hate girtin. Li gel Kabadayi, her wiha Midûrê Nivîsgeha Taybet ê berê Oguz Kaçmaz, Cîgirê Şaredar Tuncay Tolga Ozçakmak, parêzerê ji Karên Hiqûqê Berpirsyar Alî Şafak û Şefê Rûxsetê Evren Buçhan jî hatin girtin.
Asli Kotan ku hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Bi girtina dawî re hejmara şaredarên CHP’î yên hatine girtin derket 17’an.