Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!

  • rojane
  • 09:10 9 Tîrmeh 2025
  • |

AMED - Ji Koordînasyona Rêxistinkirinê Azîz Ozkan ku "Civînên Civaka Demokratîk" ên li Amedê nirxand, got ku xwedîderletineke zêde ji bo pêvajoyê heye, lê wekatî di warê baweriya bi dewletê de bi fikar in. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo agahdarkirina raya giştî, dîtin û pêşniyazên gel ên li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, "Civînên Civaka Demokratîk" li dar dixe. Tê payîn ku civînên giştî ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, heta dawiya Tîrmehê biqedin.
 
80 CIVÎN
 
Rêxistinên civaka sivîl, sazî û komeleyên li bajêr jî di civînên giştî yên li Amedê de cih girtin. Di civînên giştî yên ku hatin lidarxistin de, gotarên li ser pêvajoyê hatin xwendin, pirsên ji raya giştî hatin bersivandin û pêşniyaz hatin wergirtin ku têkoşîna siyasî ya demokratîk divê di vê pêvajoyê de çawa be. Heta niha li Amedê zêdetirî 80 civîn hatine lidarxistin.
 
ENCAM DÊ WEKÎ RAPOR BÊ AMADEKIRIN
 
Azîz Ozkan di nava Koordînasyona Rêxistinkirinê ya ji bo civînên giştî hatiye damezrandin de cih digire, diyar kir ku armanca wan ew e ku pêvajoyê civakî bikin û got ku wan civînan li ser bingeha pirsên "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê çawa be?"li dar xistine. Ozkan bilêv kir ku wan ji bo bersivdayîna banga Abdullah Ocalan kampanyaya rêxistinkirinê daye destpêkirin û got ku wan pêvajoyê li park û taxan bi gel re nîqaş kiriye û pêşniyaz û rexneyên gel wergirtine. Ozkan da zanîn ku ew ê encamên civînan bikin rapor û ragihînin.
 
Ozkan diyar kir ku gel ji aliyê têgihîştin û nirxandinê ve xwedîderketina xurt a pêvajoyê girtiye ser xwe û got: "Armanca me ew e ku têkoşîna aştiyê veguherînin aştiyek birûmet, mafên gelê kurd veguherînin destkeftiyan. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan civakî bikin."
 
FIKAR
 
Ozkan destnîşan kir ku raya giştî di civînan de piştgiriyeke xurt daye pêvajoyê, lê negavavêtina dewletê fikar zêde kirine û got: "Fikar hene ku desthilat vê pêvajoyê ji têkoşîna aştiyê derxîne û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em rave dikin ku ger em xwedî li vê pêvajoyêderkevin, ev fikar dê kêm bibin, lê ger em xwedî li pêvajoyê nekin, ev fikar dê rast derkevin. Ji bo ku ew têk neçe, divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber vê yekê em pir girîngiyê didin pêvajoyê."
 
DAXWAZÊN GEL
 
Ozkan daxwazên berbiçav ên gel di civînan de wiha rave kir: "Ew dixwazin êdî balafirên şer ji Amed ranebin, perwerdehiya bi zimanê dayikê û tavilê serbestberdana girtiyên siyasî. Ew dixwazin girtiyên nexweş bêyî şert û mec serbest bên berdan." 
 
Hacîre Alkan, yek ji welatiyên ku beşdarî civînan bûye, rexne li dewletê kir ji ber ku piştî banga Abdullah Ocalan gav neavêtiye. Hacîre Alkanê diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: "Em kurd in, em hene. Em ê heta mirinê bibêjin em hene."
 
Welatî Hasan Orak got: "Tiştên ku Abdullah Ocalan gotiye ji sedî sed rast in. Ger kurd li gorî perspektîfa Ocalan tevbigerin, ez bawer dikim ku ew ê bi ser bikevin."
 
Welatiyê bi navê Mehmet Mehdî Hoşer jî diyar kir ku ew pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin û got ku divê dewlet rastgo be. Hoşer got: "Ev mirov ne mirovên sed sal berê ne. Ev mirov hişyar, zana û xwedî ezmûn in. Em ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş û hêvîdar in."
 
Ji welatiyan Mucahît Ekdî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan bi salan e li ser pêwîstiya xurtkirina rêxistinê israr dike û got: "Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyên me hemûyan hene. Civîn ji bo fêmkirina pêvajoyê, tiştên ku em ji pêvajoyê dixwazin û ji bo bersivdayînê tên lidarxistin. Ger ev nebe, em nikarin bersiva pêvajoyê, serokê xwe an jî daxwazên partiya xwe bidin. Ger pêvajo bixwaze em yekgirtî bin, em ê bibin yek da ku em bi ser bikevin."
 
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/07/2025
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin
13:26 Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre
13:25 Şewatên Uşakê hatin kontrolkirin
13:09 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:26 Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin
12:24 ‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’
12:23 Ji bo torena PKK’ê ji Amedê bi rê ketin
11:37 Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike
11:25 Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
11:19 Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
11:01 Ji bo Hesendînê li ber xwe didin: Em li benda piştevaniyê ne
10:42 Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
10:25 Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
10:23 9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
10:00 Hunermend Pinar Aydinlar: Divê aştî û azadî derdê hemû welat be
09:56 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
09:25 Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be
09:24 Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin
09:19 Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
09:07 Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
09:06 Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
09:05 Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
09:03 Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
09:01 Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:24 Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
09/07/2025
20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin