AMED - Li navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyekê de şewat derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Firatê ya Navçeya Peyasê ya Amedê agir bi avahiyeke li sîteya Rojava ye ket. Di encama şewata avahiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun têkildarî şewatê li ser rûpela şaredariyê daxuyanî dan û wiha gotin: "Mixabin di şewata danê êvarê li sîteyeke ji 13 qatî ya li taxa Firat a navçeya me Peyasê derket de, tevî hemû hewldanên agirkujên me, 4 welatiyên me ku 3 jê zarok in jiyana xwe ji dest dan. Em rehma Xwedê li miriyan, şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin û sebrê ji malbatên wan re dixwazin.