NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî nêzî navendeke alîkariyê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û 150 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya BBC'yê, artêşa Îsraîlê bi tankan êrişî devera nêzî navendeke alîkariyê kir. Di êrişê de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û 150 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Xaça Sor a li Refahê.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) îdia kir ku haya wan ji êrişê nîne û têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.
Dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê didome. Îsraîlê, di 18’ê Adarê de careke din li dijî Hamasê êriş da destpêkirin û pêvajoya agirbestê ya du mehan ku bi navbeynkariya DYA, Qeter û Misrê ketibû meriyetê, bi dawî kiribû. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di êrişên Îsraîlê yên heta niha de 54 hezar û 381 welatiyên Filistînî jiyana xwe ji dest dane.