ŞIRNEX - Bi ser qedexeya derketina kolanan a Şirnexê re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birînên malbatên nekarî cenazeyên zarokên xwe wergirin, nehatine dermankirin.
Di 14’ê Adara 2016’an de li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û qedexe tam 216 rojan domiya. Di dema qedexeyê de jin, zarok û xebatkarên tenduristiyê jî di nav de bi giştî 111 kes hatin qetilkirin. Di dema qedexeyê de 64 hezar kes bi darê zorê ji bajar hatin koçberkirin. Ji 11 taxên bajar Yenîmahalle, Bahçelîevler, Gazîpaşa, Dîcle, Cumhuriyet û Yeşîlyurt bi temamî hatin hilweşandin û gelek tax jî di bin navê “qada bi rîsk û veguherîna bajar” de hatin hilweşandin.
Walîtiya Şirnexê, 8 meh piştî destpêkirina qedexeyê biryar da ku qedexeyê qismî rake û ev biryar di 11’3E Mijdara 2016’an de li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî weşand. Di 10’ê Nîsana 2017’an de qedexe bi temamî hate rakirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) raporek amade kir û da zanîn ku di dema rakirina cenazeyan, parastina cenazeyan, karûbarên otopsiyê û definkirinê de dewletê tu protokol cîbicî ne anî. Di raporan de hate diyarkirin ku piraniya cenazeyan bêyî agahiya malbatên wan, li goristanên bêkesan hatine definkirin.
Bi ser qedexeya derketina kolanan re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birînên malbatan nehatine dermankirin. Dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin, bi boneya salvegera qedexeya derketina kolanan ji ajansa me re axivîn.
'DI SALEKÊ DE MIN 3 CARAN ŞÎN DANÎ’
Ayfer Yilmaz ku di dema qedexeya derketina kolanan de kurê xwe Îsa Yilmaz winda kir, anî ziman ku ew tu caran wan rojan ji bîr nakin. Ayfer Yilmaz, tiştên 9 sal berê jiyane wiha vegot: “Em gelek hatin mexdûrkirin. Ji malbata min û xizmên me 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zarok û ciwanên me birîndar bûn, hatin kuştin û hin jî winda bûn. Me dixwest biçin navenda bajar lê destûr nedidan. Cenazeyê zarokê min li nexweşxaneyê nîşanî min dan. Demekî pir dirêj gotin ku cenaze ne yê kurê min e. Di nava salekê de min 3 caran şîn danî. Tevek jî zarokên me bûn. Ji bo min tişta herî giran ew bû ku li van herêmên hatin qedexekirin zarokên me hebûn. Ji guleya destpêkê ya hatiye avêtin heta ya dawiyê, dê bibêjî qey tevek jî li canê min diketin. Ew pêvajo nayê jibîrkirin.”
EV 9 SAL IN LI CENAZEYÊ KEÇA XWE DIGERE
Leyla Anik ku keça xwe Suzan Anik di dema qedexeyan de winda kir, ev 9 sal in hêjta cenazeyê keça xwe nedîtiye. Leyla Anik ku gelek caran mînakên DNA’yê daye û wiha got: “Ev 9 sal in li cenazeyê keça xwe digerim. Keça min di dema qedexeyan de winda bû. Hêj jî tu agahiyan jê nagirin. Me zarokên xwe weinda kirin, malên me hatin hilweşandin. Şirnexê rojên gelek xerab jiya. Mirovên îro li TOKÎ’yan dijîn hevdu nas nakin. Cîrantî nemaye. Heke cîranên min li malê bimirin, haya me jê çênabe. Di demên berê de em li pêşiya deriyan rûdiniştin, me sihbet dikir, nan di peht. Em bi hev re tevdigeriyan û me sihbet dikir. Lê ji bo tu tiştek mîna berê nîne.”
MA / Omer Erdogan