NVAENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Îsmaîl Ozdemîr bersiv da bertekên ji ber gotina “rêberê avaker” ku Devlet Bahçelî ji bo Abdullah Ocalan bi kar anîbû û wiha got: “Ev, rastiyeke teknîkî ye. Divê êdî Tirkiye di hinek mijaran de biguhere.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî çend roj berê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî bû û ji bo Abdullah Ocalan gotibû “Rêberê avakar ê PKK’ê” bi kar anîbû. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Îsmaîl Ozdemîr jî têkildarî bertekên ji ber vê gotinê hatine nîşandan axivî û got: “Em qebûl jî bikin qebûl jî nekin, ev rastiyeke teknîkî ye. Serokê Giştî rastiyek anî ziman. Divê êdî Tirkiye van tiştan derbas bike. Divê em berfirehtir û erênî bifikirin. Weke welate gelek hedefên me hene. Di rojên pêş de hûn ê bibînin ku dê di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de geşedanên xweş çêbibin.”