AMED – Rêvebera Jinan a GABB'ê Necla Gursoy diyar kir ku wê li Qada Jiyanê ya Jinên Ekolojîk a Eko Jîn xebateke kolektîf bê meşandin.
Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat (GABB), di 7 'ê Adarê de li Amedê Qada Jiyanê ya Jinên Ekolojîk a Eko Jîn ê vekir. Rêvebera Jinan a GABB'ê Necla Gursoy li ser xebatên ku ew ê li qada ku vekirine axivî.
Necla Gursoy diyar kir ku ev herêm wê ji gelek beşan pêk were, di yek beşî de wê nebatên aromatîk û darên fêkî bi yek beşî werin çandin. Necla Gursoy da zanîn ku wê qadeke ku xebatên atolyeyê lê bên lidarxistin hebe û got ku wê avahiyên kerpîç li gorî krîterên ekolojîk bên avakirin. Necla Gursoy got ku ew ê tevî jinan biryara avakirina avahiya atolyeyê bidin.
'XWEDIYÊN VÊ DERÊ JIN IN'
Necla Gursoy diyar kir ku ew armanc dikin keda jinê xuya bikin û wiha got: "Em ê xebateke kolektîf bimeşînin. Em ê bi hevalên xwe yên jin ên tên vir re komxebatan li dar bixin. Rojekê em ê ava bacanan çêbikin, em ê bi rengekî komî cihê xwe di nava ziwakirina berhemekê, zebze û fêkî de bigirin. Ji ber ku hevalên me yên jin hene ku xwediyê vê derê ne, em ê xebatên xwe bi rê ve bibin ku ji aliyê wan ve hatiye diyarkirin."
Necla Gursoy têkildarî xebata atolyeyê wiha axivî: “"Em bi hemû rêxistin û dînamîkên bajêr re komxebatên xwe li dar dixin. Di mijara ku pêwîstî pê heye û çawa dikare pêk were de em pê dihesin. Di destpêkê de dibe komxebateke li ser zayenda civakî û çawaniya xwedî perspektîfeke ekolojîk a jinê. Cîhan gihaştiye wê radeyê ku ji aliyê ekolojîk ve bê îlankirin. Eger em di vê nuqteyê de hişyariyekê mezin bikin, ev yek wê ji bo me bibe cihê kêfxweşiyê."
LI AMED Û MÊRDÎNÊ JÎ DÊ ATOLYE HEBIN
Necla Gursoy diyar kir ku wan Amed weke herêma pîlot hilbijartine û ew ê di dema pêş de li Mêrdînê jî projeyeke bi heman rengî bi cih bînin û wiha got: "Divê hemû jin werin vê derê û xwedî lê derkevin. Ev der qadeke ku em dikarin xwe lê mezin bikin, bi pêş bixin, bi xwe biryarê bidin, xwe lê îfade bikin. Ji ber vê yekê divê ti ji hevalên me yên jin xwe ji vê derê venegirin."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel