RIHA - Zilamên ku di perwerdeyên Akademiya Jineolojiyê de heqîqeta jinê keşf kirin, diyar kirin ku vê rastiyê nêrîna wan û têkilî û pêwendiyên wan ên bi jinan re guherandiye.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê keta sala 13’an û di vê pêvajoyê de ji hêla civakî ve guherîn û veguherînên mezin çêbûn. Jinên ku pêşengtiya şoreşê kirin, di heman demê de di mijara guhertin û veguherandina zilam de jî roleke mezin lîstin. Di bin sîwana Akademiya Jineolojiyê de li ser esasê wekheviya zayenda civakî de gelek atolye hatin lidarxistin û zilam beşdar bûn. Atolye, weke dewreyan tên lidarxistin û di dewreyan de dîroka jinan, jineolojî û hevjiyana azad jî di nav de di gelek mijaran de zilam tên perwerdekirin. Zilamên tev li van atolyeyan dibin, hînî heqîqeta jinê dibin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen û rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk Xemîs Nezîr Xidir, têkildarî van perwerdeyan ku ew bi xwe jî beşdar bûne û bandora wan a li ser kes û civakê axivîn.
BANDORA PERWERDEYÊN JINEOLOJIYÊ
Ciwan Hesen, da zanîn ku du sal berê beşdarî perwerdeyên Jineolojiyê bûye û di encama perwerdeyan de zîhniyeta “îktîdara zilam” û “jina kole” ferq kiriye. Hesen, diyar kir ku di perwerdeyan de li ser pirsa “Gelo em ê çawa bikarin meseleya nexuyabûna jinan çareser bikin?” nîqaş meşandine û got: “Zilamên tev li perwerdeyê bûn, jiyana civakî bêhtir fêm kirin. Em li ser mijarên ‘pêkvejiyanê û avakirina hevjiyana azad’ sekinînin. Bi vê yekê re me feraseta şaredarvaniya li ser zemîna nûnertiya wekhev jî fêm kir. Êdî me gelek gav bi rehetî avêtin. Piştî perwerdeyan, jiyana gelek zilaman pir guherîn. Her ku ev encam hate dîtin jî mereqa ji bo Jineolojiyê zêdetir bû.”
Bi domdarî Hesen destnîşan kir ku di pêvajoya perwerdeyê de hem malbat hem jî civak di şexsê jinê de nirxandine û wiha pê de çû: “Civaka azad bi jina azad pêkan e. Yên ku ev ders dîtin, niha tiştên ez vedibêjim pir baş fêm dikin. Yek ji berhema herî baş a perwerdeyê jî ew e ku guherîna cewherî bû. Li hêla din, ev perwerde dikin ku em Şoreşa Rojava bêhtir fêm bikin. Ji ber ku piştî şoreşê em pergala jinana ava kiriye dibînin û dijîn. Heke em bixwazin civakê azad bikin, civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin û bigihînin nifşên nû, wê demê hewceye ema zadiya jinê fêm bikin û di vê mijarê de xwe serwext bikin.”
‘PÊWENDIYÊN BI JINAN RE GUHERÎN’
Xemîs Nezîr Xidir jî ku tev li dewreya perwerdeyê bûye, anî ziman ku piştî atolyeyan gelek guhertin û veguherîn di wî de çêbûne û wiha got: “Pêwendiya min a bi hevalên jin re guherî. Piştî vê dewreyê min gelek xeletiyên xwe dît. Em bi heqîqeta jinê hîn bûn. Civaka Dêrikê her çend li gorî bajarên din hinek pêşdetir jî be, lêbelê zîhniyeta baviksalar lê serdest e. Ji avakirina dewletê heta niha jin ji rastî zexta dewletê û pergala baviksalar hatiye. Ji malbatê heta hemû derdorên civakê, ev zîhniyet serdest bûye. Di nava malbatê û civakê de tu rol ji jinê re nehatine hiştin. Lewma pirsgirêkên ji berê heta niha her ku çûne girantir bûne. Çareseriya pirsgirêka nava malê, modêla hevjiyana azad e. Ev têgeh dê pergala malbata demokratîk ava bike ku dê bi xwe re civakê jî demokratîk bike. Yek ji sedema herî girîng a ku em anîn van rojan, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Di van perwerdeyan de jî me ev rastî dît.”
Xidir, bal kişand ser dîrokçeya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û têkoşîna jinan û got: “Jinan, li dijî polîtîkayên tunekirinê yên li dijî wan serî rakirin. 8’ê Adarê piştî bedelên giran hat bidestxistin. Û em zilam jî dê vê rojê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pêşwazî bikin.”
MA / Ceylan Şahînlî