AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku heke li hemberî banga Abdullah Ocalan gavên erênî bên avêtin dikare encamek jê were girtin û got: “Êdî dora îktîdar û dewletê ye. Hewceye parlamento jî berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Piştgiriya ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah berdewam in. Beşeke mezin a civakê banga Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pêşwazî kir. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire.
Yilmaz, pêvajoya piştî 1’ê Cotmeha 2024’an ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav dabû DEM Partiyiyan bi bîr xist û got: “Di encama van geşedanan de jî banga 27’ê Sibatê hate kirin. Ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin, em erênî dibînin. Heta niha dewletê her tim gotina ‘meseleya Kurd û teror bi hev re nayên çareserkirin.’ Birêz Ocalan bi vê bangê re ev amûr ji destê wan derxist.”
‘DIVÊ HER DU ALÎ JÎ GAVAN BIAVÊJIN’
Bi domdarî Yilmaz got ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên derveyî şer bê çareserkirin ji qonaxeke girîng derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Hinek fikarên gel hene. Me pêvajoyên bi vî rengî jiyan. Êdî dora îktîdar û dewletê ye. Ji ewil divê bi rabûrdiya xwe re hevrû bibin. Di salên 90’î de bi hezaran kes bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin. Divê aqûbeta van kesan bê aşkerakirin û faîlên wan bên darizandin. Ji ber ku heta hevrûbûn çênebe aştiyeke bitendurist pêkan nîne. Bi hezaran girtiyên siyasî hene. Divê her du alî jî gavan biavêjin. Û pêvajoyeke jêbawer be. Bi vî awayî dikare bi ser keve. Daxuyanî û gavên ku dê îktîdar biavêje, dê nîşan bidin ka dê pêvajo çawa pêş bikeve.”
DIVÊ MECLIS GAVAN BIAVÊJE
Yilmaz, anî ziman ku divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û wiha pê de çû: “Mirov niha nikarin di meseleya aştiyê de bi rehetî fikr û ramanên xwe vebêjin. Heke îktîdar gavan biavêje gel dikare rehet bibe. Pirsgirêka Kurd bi têkoşîna çekdarî ya PKK’ê derneket holê. Lewma jî bi çekberdana PKK’ê jî bi dawî nabe. Sedema pirsgirêka Kurd zîhniyeta înkarger, redkar e lewma divê dev ji vî aqilî berdin. Divê di çarçoveya xala 10’emîn a Destûra Bingehîn de li ser bingeha hemwelatiya wekhev di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Yek ji fikara me ya herî mezin jî provakasyonên îxtîmalî ne. Heke bûyerên bi vî rengî çêbibin, divê bi sebrekî mezin pêvajo bê domandin. Bidawîkirina pêvajoyê an jî rêbazên derveyî muzakereyê divê vebijêrka herî dawî jî nebin.”
‘HEWCEYE VEGUHERE AŞTIYEKE MAYINDE’
Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku berpirsyartî dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl, baor, zanîngeh, odeyên bazirganî û pîşesaziyê, karsaz û hwd. û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tevahiya civakê daxilî vê pêvajoyê were kirin û hewceye ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde. Divê hikûmet êdî gavên pêbawer biavêje û tevahiya civakê jî xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji bo civak jî bibe parçeyeke vê pêvajoyê, divê bêhtir hewldan hebin. ÎHD hewl dide vê bike û em dixwazin pêvajo civakî bibe.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel