NAVENDA NÛÇEYAN - Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê re bi raya giştî re hate parvekirin, di manşeta rojnameyan de bû.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtinê de cih girtin. Her wiha girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin. Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniyeke dîrokî dan. Şandeya DEM Partiyê di vegerê de li Stenbolê daxuyanî da û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng veda.
Rojnameyan jî îro di manşetên xwe de cih dan banga Abdullah Ocalan. Lê belê rojnameyên nêzî îktîdarê ku banga aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan jinedîtî ve hatin, zêdetir li ser mijara “berdana çekan” sekinînin.
Manşetên rojnameyan wiha ne:
Rojnameya Yenî Yaşamê: Rojname bi manşeta “Banga civaka demokratîk” derket û di berdewamê de wiha got; “Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi wêneyê bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re kişandî hate eşkerekirin.” Rojnameya Yenî Yaşamê di navbernavên xwe de jî bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û li ser gotina “Ji bo fesihkirinê hewcehî bi naskirina aliyê hiqûqî heye.” Rojnameyê, tevahiya rûpelê yekemîn ji daxuyaniya Abdullah Ocalan re û wêneyên welatiyên li ser ekranên LED’ê daxuyanî temaşe dikirin re veqetand.
Bîrgun: Rojnameya Bîrgunê jî bi van gotinan cih da banga dîrokî: “Peyama Ocalan hate ragihandin. Banga berdana çekan. Şandeya DEM Partiyê ya hevdîtinên li Îmraliyê birêve dibe, banga Ocalan ku berdana çekan jî di nav xwe de dihewîne bi raya giştî re parve kir.”
Evrensel: Bi manşeta “Bila hemû kom çekan berdin, PKK xwe fesih bike” derket. Di berdewamê de naveroka bangê bi berfirehî hate dayin.
Hurriyet: Bi manşeta “Çekan berdin xwe fesih bikin” derket û cih da tevahiya banga dîrokî.
Cumhuriyet: Rojname bi banga “Banga berdana çekan” derket û cih da hûrgiliyên metnê.
Rojnameya Mîllî: Di surmanşeta xwe de bi serenavê “Ocalan: Divê hemû kom çekan berdin û PKK xwe fesih bike” cih da bangê. Di sernavê nûçeyê de jî bal kişand ser banga aştî û civaka demokratîk.
Soczu: Bi sernavê “Apo bi daxwaza Bahçelî kir. Niha li ‘Benda Mafê Hêviyê ye’ Xefikeke nû li ber gel tê danîn. Maseya ku 10 sal berê li Dolmabahçeyê hatibû wergerandin di 4 mehan de dîsa hate danîn. Şandeya Îmraliyê di hevdîtina 3’yemîn de bi bangekî ji 3 rûpelan pêk dihat vegeriya. Apo ji PKK’ê xwest ku xwe fesih bike” weşand.
Yenî Şafak: Sernavê "Heke gava dîrokî jidil be bila PKK xwe fesih bike” avêt. Di naveroka nûçeyê de kitekitên bangê hatin dayin.
Yenî Çağ: Bi manşeta “Dor hate ku Ocalan li Meclisê biaxive” derket.
Karar: Bi manşeta "Banga li bendê bû Ocalan bike hat: Bila PKK xwe fesih bike”
Turkiye: Bi manşeta “Îmrali: PKK’ê emrê xwe temam kir. Bang temam e. Dora fesihkirinê ye.” derket.