STENBOL - Rojnameger Oral Çalişlar diyar kir ku heke bangawaziya Abdullah Ocalan baş were nirxandin, Tirkiye dikare pêşerojeke baş ava bike. Çalişlar, got ku ji bo çareseriyê peywireke mezin dikeve ser milê hêzên demokrasiyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan deng veda. Sirri Sureyya Onder piştî xwendina metnê got Abdullah Ocalan ji şandeye re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de PKK çekan berde û xwe fesih bike, hewceye aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî were naskirin.”
'EV BANG DÊ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEKE’
Rojnameger Oral Çalişlar ku daxuyanî dişopand, banga Abdullah Ocalan nirxand. Çalişlar, diyar kir ku ev demekî dirêj e gel êdî aştiyê dixwaze û bi banga Ocalan re ji bo vê daxwazê gav hatiye avêtin. Çalişlar, got: “Tirkiye bi sala ye dibêje ‘Bila PKK dev ji çekan berde û bila pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyasetê bê nîqaşkirin.’ Di sala 2013’an de jî me ev fikr diparast lê pêk nehat. Bedela wê jî giran bû. Di 10 salan de her du aliyan jî bedelekî giran dan. Heke wê rojê encamekî erênî çêbûbûya me niha bi hezaran ciwanên me sax bûna. Lewma banga berdana çekan dê bi pêvajoya aştiyê tacîdar bibe, dê pêşiya Tirkiyeyê veke.”
'EM QEDRÊ WÊ BIZANIN’
Çalişlar, anî ziman ku heke bang raste bê nirxandin û ji bo pêşxistina demokrasiyê gav bên avêtin dê ev yek pêşiya Tirkiyeyê veke û wiha domand: “Vê rewşê nîşan da ku her cureyên derfetan hene. Meseleya esasî ew e ku mirov bi îradeya xwe xwedî lê derkevin. Mînak, tayînkirina qeyûman pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê ye. Em dikarin bi nîqaşkirina van û bi cezakirina partiyên vê pratîkê dikin re nîşan bidin. Erê rast e zextekî giran heye lê li dijî vê zextê rêxistiniyeke xurt a gel û civakê jî heye. Li gorî min Tirk û Kurd dixwazin bi hev re tiştekî nû bikin. Em di wê astê de ne û divê mirov qedrê vê bizane.”
'BÊYÎ TAWÎZAN AŞTÎ NABE’
Çalişlar, got: “PKK an jî pirsgirêka Kurd hebin jî nebin jî li vî welatî pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye. Hêj duh Şaredarê Beykozê mîna dijmin ber li cem hevjîna wî rakirin û birin. Tirkiye dê vê pirsgirêka demokrasiyê jî çareser bike. Li gorî min niha em ketine astekî erênî. Heta îro gelek zehmetî hatin kişandin û dibe ku yên nû jî derkevin. Ez çûm serdana gelek cihên şer û çareseriyan. Kolombiya, Efrîqaya Başûr, Îrlanda û hwd. li wan deran jî rewş cuda nebû. Ji ewil hinek daxwaz nayên cîbicîkirin lê piştre tawîzan didî. Ji ber ku bêyî tawîzan aştî nabe.”
‘MESELEYA ESASÎ DAXWAZA ME YA DEMOKRASIYÊ YE’
Çalişlar, axaftina xwe wiha qedand: “Ji vir û şûnde ya girîng ew e ka dê têkoşîna demokrasiyê berpirsyartiyeke çawa li xwe bigire. Meseleya esasî ew e ka em çiqasî demokrasiyê dixwazin. Ji ber ku em çiqas di demokrasiyê de israr bikin, ewqas dê xurtir bibe. Pêvajoyeke 50 salan heye ku gelek êş hatin kişandin. Gund hatin tunekirin, bajar hatin hilweşandin û mirovên me tune bûn. Mirovên me yên herî bi qedir di cînayetên kiryarnediyar de hatin qetilkirin. Ev serdema nû dê wisa hêsan nebe. Qeyûm û operasyonên dawî fikaran di serê gel de çêdikin. Lê serdemeke nû dest pê kir û heke biryara aştiyê hatibe dayin em ê bi ser kevin. Berdana çekdan tê wê wateyê ku hêzên demokrasiyê bêhtir dengê xwe derxînin. Anku pêvajoyên aştî û demokratîkbûnê ne pêvajoyên ‘min ewqas da û tu dê ewqas bidî’ ne. Weke mînak PKK dev ji çekan berde meseleya qeyûm heye. Divê ji ewil mejiyê me biguhere.”
MA / Esra Solîn Dal