* Ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder serdanên li Herêma Federe ya Kurdistanê nirxand û got ku dê peyamên lîderên partiyan bigihînin Abdullah Ocalan.
* Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes li benda peyama Îmraliyê ye. Pirsa pêşmergeyeke berê ya “Gelo piştî 26 salan em ê Serok bibînin?” nîşaneya bandora peyameke bidîmen a Abdullah Ocalan e.
* Koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Parêzer Kendal Selçuk diyar kir ku di Destûra Bingehîn de der barê kurdî de tu xalek tune ye û got ku divê xalên di Destûra Bingehîn de ku zimanê tirkî tenê zimanê fermî û perwerdehiyê dibîne bên guherandin.
* Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiyê Atîlla Ozdogan îşaret bi wê yekê kir ku di pêvaoyeke wiha de ku li dijî pêkhateyên HDK'ê û şaredariyên ku bi Lihevkirina Bajêr hatine hilbijartin operasyonan tên lidarxistin, dê li Stenbolê biçin kongreyê û got: "Em ê li vî welatî tifaqa hevpar a gelan, bi taybetî ya kurd û tirkan ava bikin."
* Siyasetmedar Nasir Yagiz ku di sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 6 mehan di greva birçîbûnê de ma, got: “Em bi Abdullah Ocalan bawer in û bi hêvî ne. Ev pêvajo dê veguhere muzakereyeke birûmet."
* Welatiyên Şirnexê ku 35 sal berê gundên wan bi hinceta "ewlehiyê" hatin valakirin, diyar kirin ku "bi hêvî" li benda banga Abdullah Ocalan a ji bo vegerê li ser axa xwe ne.
* Polîsan li Lice ya Amedê bi hinceta ku qehwexaneyekê kanala Medya Haber TV vekiriye, ji bo mehekê mohr kirin.
* Germavên Hestayê yên dîrokî yên li navçeya Basayê ji hêla Îdareya Taybet a Şirnexê ve li şaredariyên AKP û BBP’ê hatin kirêkirin û li rantê hatin vekirin.
* Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku divê gelê Kurd ji bo zimanê wan ê dayikê bibe xwedî statu bên cem hev û got ku hinek ma ye daxwaza zimanê dayikê bê cîbicîkirin.
* Serokwekîlê Koma Meclisê ya DEM Partiyê Sezaî Temellî dê li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30)
* Bi beşdariya aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata dê li Wanê li dijî qeyûm daxuyanî bê dayin. (14.00) ZINDÎ
* ARÎ-DER dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Êlihê panela “Zimanê Kurdî; hiqûq, medya, têkoşîn” li dar bixe. (14.30)