AMED - Îro di danê sibehê de li Amedê berf bariya û li gelek deverên bajar hêj dibare.
Îro di danê sibehê de li cihên bilind ên Amedê û navenda bajar berf bariya. Berfa ku piştî baranê dest bi barînê kir, bi taybet jî bandoreke neyînî li ser welatiyên bêyî amadehiyan derketin derve kir. Li hin cihan bandoreke neyînî li ser trafîkê jî kir.