ENQERE - Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî di nav de bûn, piştî daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman, ber bi Meclisê ve meş li dar xistin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredar û partiyî jî di nav de bi tevlibûna sedan kesan li dijî tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê daxuyanî hate dayin.
Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî di nav de bû, ji Parka Guvenê ber bi Deriyê Meclisê yê Dîkmenê ve meş li dar xist.
Çalakî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.