NAVENDA NÛÇEYAN - Dewlet tirk bi balafirên şer gundên Amediyeyê û Herêma Metînayê bombebara kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk di saetên serê sibehê de bi balafirên şer 3 caran Herêma Metînayê bombebaran kir. Di heman nûçeyê de hate gotin ku dewleta tirk gundên Sergelê, Guherzê û Bilavê yên navçeya Amediye ya Dihokê jî 6 caran bombebaran kir.
Liv û tevgera balafirên şer a li herêmê didome.