NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnas Ezio Menzione ku delîlên sûcên şer ên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin pêşkeşî Dadgeha Gelan a Daîmî kir, wiha got: “Sûcê şer ê herî tirsnak, koçberkirina wan e.”
Di rûniştina dawî ya Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî de biryar hatibû dayin ku Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples' Tribunal) were avakirin. Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnasan jî ev înîsiyatîfa sivîl di 24’ê Hezîrana 1979’an de ava kiribûn. Rûniştina 54'emîn a Dadgeha Gelan a Daîmî di 5-6’ê Sibatê de li Brukselê hate lidarxistin. Dadgeh, bi rojeva “sûcên şer” ên dewleta tirk ji sala 2018’an heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike civiya. Ji gelek deverên cuda yên cîhanê gelek parêzer tev li bûn û delîlên “Delîlên ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke sûcê şer nîşan didin” hatin pêşkeşkirin. Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku çalakiyên Tirkiyeyê ji bo tunekirina nasnameya Kurdan, hebûna Kurdan û çanda Kurdan tên lidarxistin û êrişên dike li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Di biryarê de hat diyarkirin ku heke civaka navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê nesekine, dibe ku êrişên Tirkiyeyê bi qirkirinekê biencam bibin.
Parêzerê hiqûqa cezayê Ezio Menzione ku êrişên dewleta tirk di çarçoveya sûcê şer de nirxand û delîlên vê pêşkeşî dadgehê kir, têkildarî dadgehê û êrişên dewlet tirk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Menzione, diyar kir ku têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên di sala 2018’an de weke şahid beşdarî Dadgeha Gelan a Daîmî bûbû û di rûniştina dawî de jî weke aliyê xwedî îdia beşdar bûye. Menzione, got: “Mîna niha, wê demê jî hikûmeta tirk li dijî Kurdan gelek sûcên şer kir. Îsal ji min hat xwestin ku ez weke kesê xwedî îspat ku dewleta tirk sûcê şer kiriye beşdar bibim. Min jî tavilê got ‘erê.’ Ji ber ku ev gelek girîng e. Dadgeh li dijî Erdogan an jî wezîrên wan nikare biryarekê bide lê belê bûyerên siyasî û dîrokî radixe ber çavan û di raya giştî ya navneteweyî de pir baş tên nirxandin. Biryarên wê di qada navneteweyî de seknekî pir saxlem raber dike.”
'ROJAVA JI BO KURDÊN LI TIRKIYEYÊ MÎNAK E’
Menzione, got ku têkildarî rewşa Kurdan agahiyên wî hene, li Kurdistanê geriyaye û tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi vê boneyê nas kiriye û ev tişt anî ziman: “Kurdên li Rojava rejîma DAIŞ’ê têk birin. Li qadeke pêdivî bi demokrasiyê hebûyî de tecrûbeyeke nû ya demokratîk dan destpêkirin û ev tecrûbeyeke nûwaza ye. Rojava, ji bo Kurdên li Tirkiyeyê mînak e û Erdogan û hikûmeta wî herî zêde ji ber vê jê nefret dikin. Erdogan û hikûmeta wî dixwazin tecrûbeya demokratîk a Rojava bifetisînin. Lewma her roj êriş dikin.”
'ÊRIŞÎ TEVAHIYA NIFÛSÊ DIKIN’
Menzione, destnîşan kir ku dewleta tirk binesaziya herêmê hedef digire û wiha got: “Dema nexweşxane yan jî gundek hedef tê girtin, bandora wê bi wê derê ve bisînor dimîne lê dema binesazî hedef hate girtin, bandorê li tevahiya nifûsê dike. Ev jî dikeve çarçoveya sûcê şer. Lewma jî ez li ser stasyona benzînê ya li Swêdiyê û stasyona avê ya Elokê sekinîm. Di esasê xwe de wê demê tesîsa avê ya Elokê bombebaran nekirin. Santrala enerjiyê bombebaran kirin. Ji ber ku ya ku dike santrala avê bidome, santrala enerjiyê ye. Beriya her tiştekî ev tenê sivîlan eleqeder dike. Ji ber ku santral leşkerî nînin, aydê sivîlan e. Tu eleqeya xwe bi têkoşîna leşkerî nîne. Ev êriş li dijî tevahiya nifûsa herêmê hat kirin. Hema hema pêdiviya av, ronahî û enerjiyê ya milyonek mirovan hat astengkrin. Ev, êrişeke li dijî tevahiya welatiyên Hesekê ye ku herêmeke mezin e.”
'DIXWAZIN KURDAN JI CIHÊN XWE BIKIN, EV SÛCÊ HERÎ TIRSNAK E’
Menzione, got ku armanca hedefgirtina binesaziyê koçberkirina gel e û wiha pê de çû: “Ev êriş jî mîna yên li Efrînê bi armanca koçberkirinê tên kirin. Tirkiye, tevahiya herêma bin xeta sînor dixwaze. Heke bikare vê bike, heta cihên din jî negire dê nesekine. Ev jî dê bê wateya koçberkirina gel. Zêdetirî 300 hezar kes neçar ma ku koç bike. Dixwaze heman tiştan li herêma bakur bike. Weke mînak, piştî êrişa ser tesîsa avê ya li Elokê, me dît ku malbat koçî herêmên din ên Sûriyeyê dikin. Trajediya herî mezin ev e. Binêrin ka li Xezeyê çi bi Filistiniyan bû. Dixwazin wan ji cihên wan bikin û dê bikin jî. Di vê rewşê de sûcê herî tirsnak ê dewleta tirk li Rojava û Kurdan dike ev e.”
'DÊ BEDELA WÊ GELEK GIRAN BE’
Menzione, destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koma paramîlîter a SMO’yê birêxistin dike û got: “Piştgiriyê didin cîhadperestan ji ber ku dixwazin li dijî Rojava û Kurdan bi kar bînin. Mecbûrên vê ne lê dê bedela vê alîkariyê bidin. Wan cîhadperestan bi kar tînin. Ew tenê di destê hikûmeta tirk de amûrek in. Û dê bedela vê bidin. Ne tenê ji hêla pereyî ve, dê ji hêla siyasî ve jî bedelekî giran bidin.”
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
Bi domdarî Menzione bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got: “Ev bêdengî di Dadgeha Gelan a Daîmî de pir zelalî derket holê. Sedema vê jî lihevkirina DYA, Tirkiye û Îsraîlê ya li Sûriyeyê ye. Dê Sûriye bibe 3 parçe. Parçeyek dê ji Îsraîlê re, yek dê ji Tirkiyeyê re û dê çi bi Şamê bibe nizanim. Bêguman mecbûr in ji ber vê rewşê bêdeng bin. Lewma rê dan hikûmeta Tirk ku zextê bike û hewl bide tecrûbeya Rojava tune bike. Tirkiye nikare bêyî erêkirina NY’ê êrişî xaka Sûriyeyê bike. Ev yek, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. NY bloke bûye lewma Dadgeha Cezayan a Navneteweyî di nava krîzê de ye.”
Menzione, diyar kir ku tekane rêya pêşîlêgirtina êrişan ew e ku Rêveberiya Xweser were naskirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ji bo vê kampanyayek were destpêkirin. Ya girîng ew e ku nîşanî qada navneteweyî bidin ka li wir çi diqewime. Ji ber ku em li vir anku li Îtalyayê jî nizanin ka li wir çi dibe çi nabe. Ez jî ajansên Tirkan ên wergerandi Ingilîzî dixwînim. Li Tirkiyeyê jî weke ku tiştekî li cihekî cuda be tên nîşandan. Lewma jî pir girîng e ku ne tenê li Kurdistana Tirkiyeyê, divê li tevahiya Tirkiyeyê were vegotin ku Tirkiye her roj sûcên navneteweyî dike û êrişkariyê dike. Ev yek gelek girîng e. Ji bo mirovan ji rewşê agahdar bikin divê hûn du qet zêdetir bixebitin. Ji ber ku agahî tiştekî girîng e. Wê demê hûn dê hewldanên me bişopînin.”
MA / Hîvda Çelebî