SILÊMANIYE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê bi boneya qetilkirina rojnameger Azîz Koyluoglû çûn serdana Rojnewsê û sersaxî jê xwestin.
Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk dihat, çû serdana Rojnewsê û ji ber qetilkirina rojnameger Azîz Koyluoglû sersaxî xwest.
Keskîn Bayindir di serdanê de li ser navê şandeyê sersaxî ji bo kedkarên çapemeniya azad ên li başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê xwest û got: “Çapemeniya Azad, dê şehadeta rêhevalên xwe bikin rêgeza xebata xwe û dengê heqîqetê bi dengekî bilindtir bibêjin. Em ji vê bawerin. Çapemeniya azad, di hemû pêvajoyên zehmet de hewldana xwe ya ji bo vegotina heqîqetê û pirsgirêkên neteweyî hewldanên xwe domand.”