WAN - Polîsan mil û tiliyên endamê PM’a DBP’ê Kenan Îldenîz şikandin. Îldenîz ê ji ber îşkenceya giran a di bin çavan de nikare bimeşe, li ser kursiya astengdaran birin nexweşxaneyê. Dîmenên van kêliyan hatin bidestxistin.
Wezareta Karên Hundir di 15’ê Sibatê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji peywirê girt û waliyê bajar weke qeyûm li şûna wan tayîn kir. Li seranserî bajar li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Heta niha 55 jê zarok herî kêm 400 kes hatine binçavkirin. Endamê Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kenan Îldenîz jî hate binçavkirin. Îldenîz bi îşkenceya polîsan bi saetan ji pişt ve destkelemçekirî hate sekinandin, li erdê hate kaşkirin û hate binçavkirin. Di vê navberê de milê Îldenîz û tiliyên wî şikestin. Dema Îldenîz dibirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê dîmenên wî hatin kişandin. Ji ber ku mil û tiliyên Îldenîz hatine şikandin, bi erebeya astengdaran birin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku Îldenîz li nezaretê ser hişê xwe çûye û ji hêla komên tenduristiyê yên hatin nezaretê ve hatiye tedawîkirin. Hat zanîn ku ji duh heta niha Îldenîz li nexweşxaneyê tê ragirtin lê hêj jî kontrola wî ya tenduristiyê nehatiye kirin.
MA / Rûken Polat