AMED - DBP’ê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê a li dijî HDK’ê da û ji îktîdarê re got: “Dev ji van bêhiqûqiyên hêviya aştiya civakî û çareseriyê têk dibe, berdin.”
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MYK’a DBP’ê diyar kir ku ji bo vekirina rêya çareserî û aştiyê dê têkoşîna hevpar mezin bikin û got: “Di operasyonên li dijî HDK’ê de endamê PM’a me Atîlla Ozdogan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. AKP a ku hewl dide bi rêya zext û tundiyê îktîdara xwe mayinde bike, hêzên demokrasiyê yên hewl didin bi rêya çareserî û aştiyê pêşerojeke azad ava bikin, hedef digire. Di siyaseta qeyûm û operasyonên li dijî ‘Lihevkirina Bajar’ de îktîdar, bêtehemûliya xwe ya li hemberî daxwaza pêkvejiyanê û jiyaneke wekhev a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan dide. Di vê serdema li ser çareserî û aştiyê tê axaftin de ji bo nehêle ev nîqaş veguherin pêvajoyê, AKP serî li her rêbazê dide. Weke DBP û hêzên demokrasiyê em ê ji bo vekirina rêya çareserî û aştiyê têkoşîna hevpar mezintir bikin. Dev ji van bêhiqûqiyên hêviya aştiya civakî û çareseriyê tune dikin berdin. Rêhevalên me yên binçavkirî jî demildest berdin.”