STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê diyar kirin ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û ji bo nobetên xwe yên ku dê li Stenbol û Îzmîrê bên lidarxistin, banga piştevaniyê kirin.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê û zextên li ser wan tên kirin li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Li gel malbatan, gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Têkoşîna edaletê ya ji bo Pirsûsê nayê darizandin” hilgirtin. Endama Înîsiyatîfê Hacer Elçîn daxuyanî xwend û got ku di demên dawî de zextên li ser sosyalîstan zêde bûne. Hacer Elçî, got: “Di encama êrişên 21’ê Çileyê û 14’ê Sibatê de 35 hevalên me hatin girtin. Di nav wan de ji birîndarên me yên Pirsûsê Ugur Ok, Koray Turkay û ji berdevkên înîsiyatîfa me Emrah Topaloglû û Ezgî Gurbuz ku demekê berdevkiya înîsiyatîfa me kiribû jî hene. Bîranînên Pirsûsê yên tevî me kiribûn, bîranîna li ser gorên şehîdên Pirsûsê, bîranînên salvegerê û tevlibûna dozên me weke sedema êrişê û girtina wan nîşan dane. Ev êriş, hewldana pêşîlêgirtina têkoşîna me ya edaletê ye. Her cara ku em diçin dadgehê, ji bo faîl bên dîtin û bersûc bên darizandin me hewl da lê daxwazên me nehatin qebûlkirin.”
BANGA TEVLIBÛNA NOBETÊN EDALETÊ
Bi domdarî Hacer Elçîn destnîşan kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û wiha pê de çû: “Bîranîna rêwiyên xeyalê û domandina îdealên wan ji bo me rûmet e. Daxwaza edaletê ya ji bo Pirsûsê berpirsyartiyeke însanî û wijdanî ye. Weke malbatên Pirsûsê em ê di 20’ê mehê de li Halîtaga ya Stenbolê û li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancak a Îzmîrê nobetên edaletê bidin destpêkrin. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin.”
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR
Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û ji parêzerên Doza Pirsûsê Sezîn Uçar jî diyar kir ku her serê sibehê bi zextekî nû hişyar dibin û got: “Têkoşîna Malbatên Pirsûsê didome. Ji ber bîranîna me ya li Halîtagayê, ji ber bîranînên li ser goran hatin krin û li ser hemû kesên ji bo malbatan têdikoşin, l i ser jinan, LGTÎ’yan û malbatên me zexteke taybet tê kirin. Tenê heke em bi hev re di vê têkoşîna edaletê de dengê xwe derxînin dikarin bi ser kevin. Ji bo şikandina vê zextê divê em bi awayekî girseyî beşdarî bîranîna li ser Cadeya Halîtagayê bibin. Di 20’ê Sibatê de em li Halîtagayê bin û bi hev re têkoşînê mezin bikin.”