STENBOL - Partiyên sosyalîst bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê dan ku gelek kes hatin binçavkirin û gotin ku dê li dijî zextan serî netewînin.
Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîste (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Gelek partî û rêxistinan bertek nîşanî operasyona binçavkirinan dan.
ESP: HÛN Ê NEKARIN SERÎ BI ME BIDIN TEWANDIN
ESP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Dê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku sendîkavan, siyasetmedar, rojnameger û birîndarên Komkujiya Pirsûsê yên têdikoşin binçav dike û di 14’ê Sibatê de jin binçav kirî dê nekarî serî bi me bide tewandin. Ev êrişên ser azadiya xweîfadekirin, çalakî û xwerêxistinkirinê tên kirin dê nekarin têkoşîna me ya yekbûyî asteng bikin. Demildest rêhevalên me berdin.”
EMEP: TÊKOŞÎN DÊ BIDOME
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî bertek nîşan da û got: “Bi operasyoneke nîvşevê re serokê me yê Stenbolê, serokê navçeya Gungorenê, rêveber û endamên me jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Em vê bêhiqûqiyê û helwesta keyfî şermezar dikin. Dê îktîdara yekzilamî ku dixwaze Tirkiyeyê veguherîn girtîgehê negihije armancên xwe. Em ê teslîmî vê zîhniyetê nebin û têkoşîna me dê bidome.”
SYKP: DEMILDEST BERDIN
SYKP’ê jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Rêhevalê me Mehmet Saltoglû ku endamê MYK’a DEM Partiyê ye, rêhevalê me Halît Elçî ku endamê PM’a SYKP’ê ye û rêhevalê me Ahmet Saymadi di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Em ê serî li ber êrişên îktîdarê yên li dijî sosyalîst, welatparêz û şoreşgeran serî netewînin. Demildest rêhevalên me berdin.”
EHP: EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN
Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman jî bertek nîşanî binçavkirinan da û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Heke AKP lîsteya muxalefetê çêbike û hewl bide wan kom bike, hejmara wê nîviya welat dike. Ev, hewldaneke vala ye. Îktîdara ku kesên nikare qaneh bike sûcdar dike, dê nekare xwe li ser pêyan bigire. Em şahidê tevahiya hevalên xwe yên têkoşer in. Em ê li dijî van êrişan bi hev re li ber xwe bidin.”
YDÎ ÇAGRI: KES NIKARE PÊŞIYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BIGIRE
Banga Ji bo Cîhana Nû (YDÎ Çagri) jô daxuyaniyek da û binçavkirin şermezar kir. YDÎ Çagriyê got ku îktîdar hewl dide polîtîkayên xwe yên zext, kedxwarî û zilmê bidomîne û kesek li hemberî wê dengê xwe neke. YDÎ Çagriyê got ku hiqûq ji holê hatiye rakirin, îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike û wiha bi dawî kir: “Hewldana derqanûnî ya ji bo ‘terorîzekirina’ HDK’ê vala ye.” YDÎ Çagriyê da zanîn ku di serdegirtinan de endamên wan Dîlek Pozl û Melek Kizilocak hatine binçavkirin û malbatên wan hatine derbkirin. Herî dawî wiha hate gotin: “Ev êrişên bêperwa yên AKP/MHP’ê dê nekarin pêşiya têkoşîna li dijî faşîzmê bigirin. Divê hevalên me tavilê bên berdan.”