STENBOL - HDK’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê da û got: “Em ê bêdeng nebin û dev jê bernedin.”
Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîste (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
HDK’ê têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Daxuyaniya bi sernavê “Kes nikare muxalefeta civakî bêdeng bike û ji rêya wan vegerîne” wiha ye: “Îro di saetên serê sibehê de Hevberdevka me ya dema berê Esengul Demîr û endam û rêveberên pêkhateyên me, saziyên dost, rewşenbîr û rêveber jî di nav de gelek hevalên me hatin binçavkirin. Dixwazin muxalefeta ku ji bo pêşerojeke hevpar a gelên me yên bindest-kedkar têkoşîneke demokratîk û rewa dimeşîne, mîna Lihevkirina Bajar û derbeya qeyûm a li Wanê bi destê darazê were tesfiyekirin. Em careke din bang li vî aqilê kompasê û komploger ku bi hiqûqê dilîze dikin; muxalefeta civakî ji dîrokê heta niha tu caran li dijî tu derbeyan bêdeng nebû û dev ji têkoşîna xwe ya wekhevî, edalet û azadiyê berneda. Em ê bêdeng nebin û dev jê bernedin.”