NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet derdora 07.46’ê de li Behra Egeyê bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû.
Bi hefteyane li Behra Egeyê erdhej çêdibin. Îro di danê sibehê de jî bi mezinahiya 5.0’ê erdhej çêbû. Li gorî daneyên Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD); erdhej saet di 07.46’ê bi mezinahiya 5.0’ê çêbû. Hat zanîn ku erdhej 7 km’an di bin erdê de çêbûye.