ŞIRNEX - Dengbêj Muhyettin Duymak ku li Botanê lêkolînan dike wiha got: “Dengbêjî bîreke kûr û neynika civakê ye. Ji ber vê yekê divê bê parastin."
Dengbêjî wekî kevneşopiyeke wêjeya devkî li çar parçeyên Kurdistanê di bîra mirovan de reh berdaye. Bi sedsalan e ku kurd bi wêjeya devkî dîrok, çand, şer, evîn û êşa xwe nifş bi nifş radigihînin. Dengbêjî yek ji girîngtirîn hilgirê vê çanda devkî bûye.
Kevneşopiya Dengbêjiyê li Botanê bi destanên lehengiyê, çîrokên şer û stranên evînî derdikeve pêş. Mem û Zîna Ehmedê Xanî beriya ku were nivîsandin bi salan ji aliyê dengbêjan ve hatiye vegotin. Li Botanê gelek formên wê hene.
Dengbêj Muhyettin Duymak ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî û li ser cihêrengiya dengbêjiya Botanê lêkolînan dike, li ser vê çandê nirxandin kirin.
'MIN JI KANIYA DENGBÊJAN AV VEXWAR'
Dûymak anî ziman ku ew di malbateke bi kilamên welatparêz û dengbêjan de mezin bûye û got ku wî bi vexwarina ava kaniya dengbêjiyê dest pê kiriye. Dûyman got: "Di zarokatiya min de derdorên dengbêjiyê û dawet çêdibûn. Bavê min di temenê biçûk de ez dibirim wan derdoran. Me li dengbêjên ku temenên wan di navbera 60 û 90 salî de bûn guhdarî dikir. Ji wan stran, çîrok û lîstikên ku em dibêjin hîn bûn. Ji sala 1984'an ve min dest ji dengbêjiyê berda, ji bêgavî. Lê pirşî Hozan Şemdîn di 2008'an de di MED TV'yê de bang kir ku divê stran û çîrok bên berhevkirin, min dest bi nivîsandinê kir. Paşê min çîrok, lîstik û dengbêjî nivîsandin."
Dûymak anî ziman ku herêma Botanê ku yek ji navendên herî girîng ên çanda kurdî ye, di kevneşopiya dengbêjiyê de xwedî cihekî taybet e û got: "Her herêmek xwedî zimanê xwe yê dengbêjiyê ye. Lê Botan xwedî cih û taybetmendiyeke taybet e. Ya herî girîng jî stranên payîzok û granî ne. Ji derveyî Botanê gava kesek kilamên herêma Botanê bibêje, nikare ji heq derkeve. Gelek cureyên stranên vê herêmê hene. Hin jê ev in; Bablekan, cihde, evînî, lawik, li ser bûk û zava, nafincî, palehî, payizok, sêgavî, sêgaviya şûnde û pêşde, sexcanê, şer, şerê gur, şêxanî, şîn, şûnde û pêşde, lez û bez, dûgavî... heta niha 18 heb hene û ji bo ku ev cihêrengî were parastin û bigihêje pêşerojê girîng e."
‘DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN'
Dûyamk anî ziman ku her dengbêjên ku jiyana xwe ji dest didin bi xwe re dîrokekê jî dibin û wiha got: "Li gundê me dengbêjekî bi navê Îzirê Eliyê Mela hebû ku bi tena serê xwe dijiya. Bi rastî ew ji bo me gewherek bû. Di mîtolojiya Yewnanî de ji me re qala Platon dikir. Van kesan dîrok û çandek bi xwe re birin. Ji bo zimanê îroyîn jî dengbêjî û çanda dengbêjiyê pêwîst e. Dengbêjî bîreke kûr e. Dengbêjî neynika civakê ye. Dengbêj çand, ziman, wêje, lehengî û evînê vediguherîne çîrokekê û digihîne civakê. Lewma windakirina van tê wateya windakirina gelek tiştan."
MA / Omer Erdogan