ŞIRNEX - Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Şirnexê Ayhan Ergen anî ziman ku Şaredariya AKP'ê ya Şirnexê gefa jikarderxistinê li xebatkarên ku dixwazin derbasî sendîkayên cuda bibin dixwe û li dijî zextan banga yekitiyê kir.
AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de şaredariya Şirnexê bi hilbijêrên “leşkerên veguhastî” desteser kir. Zexta "endametiyê" ya Şaredariya Şirnexê ya li ser karkeran ku bibin endamê sendîkayên alîgirên berdewam dike. Hat diyarkirin ku şaredarê AKP’ê Mehmet Yarka, li karkeran mobîng û zextê dike û li yên dixwazin ji sendîkaya alîgir derkevin jî gefan dixwe.
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Giştî ya Girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa Şirnexê Ayhan Ergen, li ser zextên şaredariya Şirnexê yên li ser karkeran axivî.
'GEF, MOBÎNG Û ZEXT DIDOMIN'
Ergen anî ziman ku Şaredariya Şirnexê ji sala 2017'an û vir ve bi sendîkayên ku bi pêvajoyên qeyûman re çalak bûn re li hev kiriye û got: "Ji sala 2017'an heta 2024'an, HAK-ÎŞ û şaredarî li hev kirine û tu sendîkayan qebûl nakin. Nêzî du sal in xebatên me yên rêxistinbûnê ji aliyê rêveberiyab şaredariyê, şaredar û amîr û midûrên li hundirê şaredariyê tên astengkirin. Kedkarên derbasî DÎSKÎ'yê bûn, bi derxistina ji kar û guherandina cih tên tehdîdtkirin. Hê jî gefxwarin, mobbîng û zext didomin. Nêzî 5 meh in me randevû daye şaredar, lê em bersiva 'ez dixwazim bi sendîkaya nêzî hikûmetê re bixebitim' digirin."
'KARKER EV 8 SAL IN MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN DISTÎNIN'
Ergen bi bîr xist ku li Şirnexê kirêya xaniyan gihîştiye 20 hezar lîreyan û diyar kir ku karker hê jî bi heqdestê herî kêm dixebitin. Ergen da xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin û got: "Dahata karkeran a mehane di navbera 24 hezar û 26 hezarî de ye. Ji ber vê yekê pêwîstiya çîna karkeran bi sendîkayeke cuda heye. Şaredarî her tim sendîkayên ku li gorî daxwazên wan tevdigerin dixwazin. Dema sendîka polîtîk bibin, li hemberî çîna karkeran dikarin bibin xeter. Wekî DÎSK'ê em li herêmê hewl didin vê zextê bişkînin."
‘EM BIBIN YEK'
Ergen destnîşan kir ku piştî 10 salan cara ewil karkeran hebûna sendîkayê di hestiyên xwe de hîs dikin û bang li kedkaran kir ku li dijî sendîkayên siyasî bûne bibin yek. Ergen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî hemû gefan me li Şirnexê bingehê xwe avêt. Ji ber zextan yek endamê me tune bû. Niha 80-90 endamên me hene. Ew jî di helwesta xwe de pir bi biryar û bawer in. Pêwîstiya sendîkayan bi endamên piralî nînin. Pêwîstiya sendîkayan bi endamên ji maf û hiqûqê fêm dikin heye."