NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, li 60 gundên girêdayî Girê Spî û Eyn Îsayê ceyran tune ne.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di êrişan de gelek sivîl hatine qetilkirin û li aliyê din jî navendên ceyran û avê hedef tên girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji ber êrişan, ceyranên 60 gundên girêdayî Girê Spî û Eyn Îsayê hatine qutkirin. Berpirsyarê Navenda Ceyranê ya Eyn Îsayê Îd El Selame diyar kir ku dewleta tirk hefteyek berê gelek caran derdora Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kiriye.
El Selame, anî ziman ku zêdetirî 10 roj in nikarin xizmeta ceyranê bidin 60 gundên Girê Spî û Eyn Îsayê û got: “Ji van 40 gund girêdayî bajarokên El Cirin, Qizezlî, El Huriye û Dinayî yên Girê Spî û 20 gund jî girêdayî rojhilatê Eyn Îsayê ne.”
Îd El Selame, da zanîn ku xebatkarên ceyranê ji ber êrişan nikarin biçin herêmê û pirsgirêkê çareser bikin.
Ji ber ku ceyran hatiye qutkirin, stasyonên avê nema dikarin bên xebitandin lewma ava vexwarinê ya welatiyan jî qut bûye.