Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin

  • rojane
  • 13:14 14 Sibat 2025
  • |

WAN - Dayikên ku tevî hewayê sar jî li Wanê qada nobetê naterikînin wiha gotin: “Me coşa Newrozê hinek zû jiya. Em ê li ber xwe bidin û tu carn serî netewînin.” 

Berxwedana gelê Wanê ya li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam e. Dayikên ku di berxwedana çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariyê de cih digirin, tevî hewayê sar jî bi şev û roj li ber xwe didin û qada çalakiyê naterikînin. Dayikên tev li çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
Macîde Varhan ku ev 4 roj in di çalakiyê de cih digire, wiha got: “Dê berxwedana me bidome. Ji ber ku dixwazin qeyûm tayînî îradeya me bikin. Weke gel em vê qebûl nakin. Şaredarî ji bo me ne armanc lê amûr e. Em li dijî zîhniyeta me tune dihesibîne li ber xwe didin. Her carê em diçin ser sindoqê û hevşaredarên xwe hildibijêrin lê ew qeyûman tayîn dikin. Lê belê dê nekarin bi dizî û qeyûman me têk bibin. Em ê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Me coşa Newrozê zû jiya. Em ê bi ser kevin û dê nekarin serî bi me bidin tewandin. Her ku gel diherike şaredariyê em bêhtir li ber xwe didin. Em mafdar in lewma nawestin. Dê kesek nekare destdirêjiyê li îradeya me bike.” 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Ferîde Ozlu jî got ku şaredarî îradeya wan in û dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ferîde Ozlu, got: “Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin û biparêzin. Em li vir xwedî li vîna xwe derdikevin.” 
 
‘TEHEMÛLA WAN BO SERKEFTINA KURDAN NÎNE’ 
 
Cevahîr Abî jî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên Kurdan tune dihesibînin û jinedîtî ve tên derkevin û ev tişt anî ziman: “Em zimanê xwe diparêzin. Em naxwazin qeyûm were tayînkirin. Em u caran teslîm nabin. Zimanê ku bi milyonan Kurd diaxivin tune dihesibînin. Nasnameya me qedexe ye. Hevşaredarên me rûmeta me ne. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê tevî gelê xwe li şaredariyê bin. Em ê rê nedin wan. Mirûzê me gelek xweş e. Berxwedan ji bo me dîlan û govend e. Em cezayê li hevşaredarê me hatiye birîn qebûl nakin. Di tiştekî herî biçûk de hewl didin qeyûman tayîn bikin. Ji hebûna Kurdan û ji îradeya jinan ditirsin. Tehemûla wan bo serkeftina Kurdan nîne.” 
 
‘POLÎSÊN XWE PAŞVE BIKIŞÎNIN’
 
Aklîma Ugur jî da zanîn ku ev 4 roj in li pêşiya şaredariyê ye û wiha got: “Em dibêjin ku qeyûman qebûl nakin. Em ne ji tankên wan ne jî ji topên wan ditirsin. Heta bila nekevin nava hewldana tayînkirina qeyûm jî. Bila polîsên xwe yên li pêşiya şaredariyê vekişînin, bila artêşa xwe vekişînin. Em vê derê terk nakin. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
‘EM LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN’
 
Saniye Avşar jî bilêv kir ku ew li dijî zilmê nobetê digirin û wiha pê de çû: “Tişta li me tê kirin neheqî ye, zilm e. Em êdî dê nebin bindest. Têkoşîna me ji bo maf û aştiyê ye. Bila êdî tu dayik negirîn. Tevî hewayê sar jî em li ber xwe didin. Heta ku xwîn di canê me de hebe em ê li vir bin.” Besna Akiş jî got ku bi rojaye xwedî li îradeya xwe derdikevin û ev tişt anî ziman: “Bila êdî dayik negirîn û aştî bibe. Em aştiyê diparêzin. Heta ku em azad dibin dê li vir bin.” 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin