ŞIRNEX - Li navçeya Hezex a Şirnexê hem bazarvan hem jî welatî ji ber krîza aborî bêzar bûne û gotin ev rewşa xirab ancax bi bidawîkirina şer wê ji holê rabe.
Li Tirkiye û Kurdistanê ku roj bi roj krîza aborî û enflasyona zêde dibe, welatî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên sereke jî zehmetiyan dikişînin. Welatiyên li bazara li Kolana Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê anîn ziman ku krîza kûr dikare bi rêya aştiyê çareser bibe.
‘JI BER PIRSGIRÊKA KURD E'
Zeynep Gumuşê anî ziman ku li her derê şer û krîza aborî heye û got: “Gel jiyana xwe bi xizanî û birçî didomîne. Hûn dest didin çi ji bihabûnê hûn nikarin bikirin. Li ku derê şer hebe, ev tişt jî heye. Gelê kurd wekî her car di bin zilm û îşkenceyê de ye. Krîza aborî ji ber vê ye. Krîza aborî ji ber vê çêdibe. Ger li vir kargeh û fabrike hebûna û mirov tê de kar bikirana, wê ev tişt tunebûya. Kîloya sêva ku berê 1 TL bû, niha bûye 25-30 lîre. Her tişt zêde bûye. Debar pir zehmet bûye. Niha ez bi 5 hezar TL'yî jî bêm nîvê selikê jî tije nabe. Ev rewşa xirab dikare bi bidawîkirina şer û sazkirina aştiyê ji holê rabe."
Hatîce Tek jî berhemên xwe yên li gund hildiberîne li bazaraê difiroşe. Hatîce Tekê got: "Kesên ku pereyê wan hene dikarin bikirin. Dahata ku em bi dest dixin têrê nake. Ez ji bazarö kîloyek sêv û porteqal digirim û diçim malê. Sedam krizö şer e. Ez hêvî dikim ku şer bi dawî bibe û deriyên girtîgehan vebin."
'HER TIŞT PIR BIHA BÛYE'
Ferîde Yalvaç amaje bi wê yekê kir ku her tişt buha ye û got ku ev krîz ancax bi avakirina aştiyê re derbas dibe. Ferîde Yalvaçê got: "Berpirsyarê krîzê dewlet e. Her çiqas buha be jî divê em bikirin. Em dixwazin biha kêm bibin, lê dewlet daxwazeke wiha nake. Daxwaza me ew e ku aştiyê pêk bîne, lê wiha nabe."
Esnaf Seyît Dogan bal kişand ser lêçûnên zêde yên ji ber krîza aborî û polîtîkaya aborî ya desthilatê rexne kir. Dogan da zanîn ku karê wan her roj xerabtir dibe û wiha got: "Meaşê mehane yê îşxala cih ji 250 TL'yî bûye 450 TL. Li fiyetê mazotê yê berê û yê niha mêze bikin. Nîsk çiqas e? Ked zêde bûye, mesref zêde bûne û rêjeya qezencê kêm bûye."
Ji esnafên bazarê Necmettîn Akçay jî diyar kir ku kesên kedê didin dixisirin û got: “Krîza aborî heye û gel neçar dimînin ku berheman bikirin. Wekî ku hûn dibînin, carinan berhemên me di dest me de dimînin. Berhemên li vir heta êvarê nayên firotin. Ger aramî hebûya, ma dê wisa bûya? Berê me berhemên xwe diqedand û berî nîvro em diçûn. Bila aramî hebe, em raziyê tunebûnê ne."
MA / Omer Erdogan