AMED - Lîstikvanê Şanoyê Omer Şahîn ji bo konsera ku ji bo 34'emîn salvegera NÇM'ê wê li Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Navenda Çanda Mezopotamamya (NÇM) di 27'ê Îlona 1991'ê de ji aliyê komeke rewşenbîr ku Musa Anter jî di nav de bû, li Kolana Îstîklalê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê hat avakirin. NÇM ku di gelek şaxên hunerê yên wekî şano, sînema, muzîk, govenda gelêrî û dansa hemdem de hildiberîne, ziman û rengê gel bi taybetî kurdî nîşan da. NÇM ku di 34 salên dawî de bi organîzekirina atolyeyan di gelek şaxên wekî şano, sînema, muzîk, resim û dîlanên gelerî de bi hezaran xwendekar perwerde kir, bi tevlîkirina çand û zimanê zikmakî yê kurdan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê helwesteke girîng da der.
NÇM gelek caran rastî êrişa polîsan hat, hunermendên wê hatin binçavkirin û girtin, çalakiyên wê hatin astengkirin, salon nedan wê û wekî hedef hat nîşandan. Di sala 2016’an de NÇM mîna gelek saziyan bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de hat girtin.
Tevî ku NÇM bi darê zorê ji avahiya ku 18 salan lê bû hat derxistin jî, tevî hemû zext û astengiyan têkoşîna xwe berdewam kir.
NÇM, di 1'ê Sibatê de wê di 34'emîn salvegera xwe de li Amedê li Ayaz Elegance bi dirûşmeya "Awazên Rojê" konserê li dar dixe. Konsera ku hunermendên NÇM'ê, Jin Ma, Koroya Zarokan a Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, KOma Govendê ya KASED'ê û hunermendên surprîz tê de cih digirin wê saet di 19.00'an de dest pê bike.
Lîstikvanê Şanoyê Omer Şahîn ku di sala 2003'yan de daxilî NÇM'ê bû, welatiyan vexwend konsera NÇM'ê.
Şahîn destnîşan kir ku NÇM wekî berteka li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê derketiye holê û got ku di demeke ku kurdî li dibistan, kar, qadên jiyanê û saziyên dewletê qedexe bû de hatiye avakirin. Şahîn anî ziman ku NÇM ruhek e, fikrek e û wiha pê de çû: “Lê belê ger fikrek hebe û gel jî piştgiriyê bidê, ne pêkan e ku bê qedexekirin. Ji ber ku xwedîtiya civakî wateyê dide xebatê. Çanda NÇM’ê êdî ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li hemû cîhanê xwe bi cih kiriye. Bê guman, ew ê hewl bidin ku van lêkolînan pêşve bibin. Asteng çiqas zêde bibin dê têkoşîn jî zêdetir bibe."
BANGAWAZÎ
Şahîn bi bîr xist ku ew ê di 1'ê Sibatê de li Amedê bi konserekê salvegera xwe pîroz bikin û diyar kir ku dê gelek muzîkjen û hunermend beşdarî konserê bibin. Şahîn got: “Bi piştgiriya gel wê şeveke xweş derbas bibe. Em niha di pêvajoyeke pir cuda re derbas dibin. Em hêvî dikin ku rojên xweş derbas bibin. Ji ber vê yekê ez pir girîng dibînim. Em li benda gel in ku beşdarî konsera me bibin."