AMED - Welatiyên Amedî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Gelê Kurd daxwaza statuya xwe dike. Ev statu ji bo gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e.”
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Piranî êriş niha li Kobanê û derdora Bendava Tişrînê zêde bûne. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter 44 roj in bênavber êrişî herêmê dikin û gelek sivîl qetil kirin. Li dijî êrişan, di 8’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û ji wê rojê heta niha zêdetirî 30 sivîl hatin qetilkirin. Tevî êrişan jî nobet didome.
Welatiyên Amedê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û xwestin ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bên sekinandin.
‘BILA STATUYA KURDAN HEBE’
Zuhre Azîzoglû ku di sala 2011’an de piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji gundê Îska yê Efrînê hate Amedê, diyar kir ku zarokên wê ji ber êrişan neçar man ku ji malên xwe derkevin. Zuhre Azîzoglû, wiha got: “Di sala 1973’yan de zewicîm. Hevjînê min Efrînî ye. Demekî dirêj li wir jiyam. 4 zarokên min hene. Piştî şer heta Tirkiyeyê êrişî wir kirî zarokên min li wir man. Piştî ketin Efrînê, ew jî neçar man ji wir derkevin. Demografyaya wir guherandin. Ji sedî 90’ê Efrînê Kurd bûn lê niha pir kêm kes mane. Hêzên paramîlîter malên me talan kirin. Heta beriya hatina wan jî me dixwest li wir bimînin û bijîn. Gundê me, mal û erdê me hebû. Ez hêj jî bi xeyala vegera wê derê dijîm. Kurd zêdetirî sed sal in bêstatû dijîn. Êdî bes e. Divê em jî xwedî statu bin. Em aştî, wekhevî û xwişk-biratiyê dixwazin. Îro li Tişrînê xelkê sivîl hedef tê girtin. Naxwazin Kurd li tu cihekî xwedî statu bin. Ez ji Efrînê me. Em ji mal, xak û zarokên me kirin. Her kes li cihekî belav bû.”
‘DIXWAZIN ŞOREŞA JINÊ BIFETISÎNIN’
Zekî Alk jî anî ziman ku gelên Tirkmen, Suryan, Keldan, Ereb û gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn û wiha got: “Em dibînin ku hevgirtina gelan di vê pêvajoyê de paradîgmayên nû derxistin holê. Bi taybet jî geşedanên li ser bingeha modernîteya demokratîk, di serî de hêzên emperyalîst, hêzên berjewendiyên wan li herêmê hene aciz dike. Hêzên emperyalîst, ji Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinê hatiye lidarxistin ditirsin. Ji ber ku dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ îro li her devera cîhanê veguheriye paradîgmayekê. Lewma pêşîlegirtina geşedanê li Rojava, bi kêrî Tirikye û hêzên emperyal tê. Lewma êrişan zêde dikin. Em dixwazin ev êriş û qirkirin bên sekinandin. Ya ku rê li ber krîza aborî ya Tirkiyeyê vedike ev şer e. Her kes ji vî şerî bibandor dibe. Lê tenê komeke biçûk a îktîdarê jê sûd digire. Nabe ku li rexekî hemû argumanên şer bi kar bînî û li rexa din qala pêvajoyê bikî. Ji vê encamek dernakeve.”
‘STATU JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ GIRÎNG E’
Hulya Ugurlu jî xwest ku her kes li dijî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hestiyarî tevbigere û wiha got: “Em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Bi rastî jî em di qonaxeke girîng de ne. Êrişên giran li ser gelan hee. Em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Gelê Kurd daxwaza statuyê dike. Ev statu ji bo me û gelên li Sûriyeyê pir girîng e. Em dixwazin rêveberiyên me yên herêmî hebin. Lê ew êrişî gelê me dikin. Em dixwazin ev êriş bi dawî bibin. Em bi gelê xwe re ne û dibêjin aştî, azadî û ‘jin, jiyan, azadî.’”
‘DÊ GEL BI SER KEVIN’
Zekî Koç jî got ku Kobanê navenda berxwedanê ye û ev tişt anî ziman: “Gelê me bi komkujiyê re rû bi rû ye. Xelk ji bo parastina jiyana xwe li Bendava Tişrînê li ber xwe dide. Bi tenê çalakiya wan nabe. Divê her kesên welatparêz, Kurd, şoreşger û demokrat dakevin qadan. Ev berxwedan dikare rê li ber êrişan bigire. Dê teqez gel bi ser kevin. Statuya gelên wê derê dê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Dê rêya pêvajoyeke demokratîk veke.”
Gulten Guler jî anî ziman ku zilm li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û wiha got: “Êriş li ser gelê me yê li wir heye. Bi SÎHA’yan êrişî gelê me dikin. Em îro li vir piştgiriyê didin wan. Bila zilma li wan tê kirin demek beriya demekî bi dawî bibe.”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl