ENQERE - Girtî Ozgur Çelîk bi metafora saetê newekheviya zayenda civakî xêz kir û ji hevjîna xwe ya li heman girtîgehê dimîne re şand. Xêza Çelîk, bi îdiaya “fermana çalakiyê” hate desteserkirin.
Girtî Ozgur Çelîk li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin û xêza wî ya bi metafora saetê ku newekheviya zayenda civakî vedibêje, bi îdiaya “fermana çalakiyê” hate desteserkirin. Di xêzê de bi ser tîrika saetê jin, li ser ya deqîqeyê jî zilam hatiye xêzkirin. Çelîk, ev xêza xwe ji hevjîna xwe Sevînç Çelîkê re şand ku li heman girtîgehê tê ragirtin. Lê belê xêza Çelîk hate desteserkirin. Lijneya Disiplînê, di biryara xwe ya di 26’ê kanûna 2024’an de got: “Nabe ku name, faks û telgrafên ku asayîş û ewlehiya saziyê dixe xetereyê, peywirdaran hedef nîşan dide, yên agahiyan di navbera rêxistinên sûc de dibe û tîne, yên rê li ber metirsiya di nava saziyan de ava dikin bidin girtiyan.”
LI DIJÎ BIRYARA LIJNEYA DISIPLÎNÊ ÎTÎRAZ HATE KIRIN
Çelîk, di 30’ê Kanûna 2024’an de li dijî biryarê li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kir. Çelîk, di daxwaznameya xwe de mebesta resmê xwe vegot, îdiayên Lijneya Disiplînê red kir û xwest biryar bê betalkirin.
Parêzera Çelîk, Nazli Îzel Yildirim got ku hêj îtîraza miwekîlê wê biencam nebûye, hêj ji wan re bersivek nehatiye dayin û da zanîn ku ev du meh in nameyên ji miwekîlê wê re tên şandin nayên radestkirin.
MA / Omer Gungor